Tanrikulu: Ev guhertin dê sibê pirsgirêkên mezintir bi xwe re bîne 2020-04-06 09:06:25   STENBOL - Parlamenterê CHP'ê û hiqûqnas Sezgîn Tanrikulu, têkildarî qanûna înfazê ya ji aliyê Komîsyona Edaletê ve hat qebûlkirin, rexne û fikarên xwe anîn ziman. Tanrikulu, diyar kir ku ev guhertin dê sibê pirsgirêkên mezintir bi xwe re bîne û ev xalên hatin guhertin nayên qebûlkirin.    Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê û hiqûqnas Sezgîn Tanrikulu, der bare zagona înfazê ya ku ji aliyê AKP- MHP'ê ve anîn rojevê û di Komîsyona Edaletê re derbas kirin, nirxandin kir. Tanrikulu, têkildarî zagona ku rê li pêşiya 90 hezar kesan veke û girtiyên siyasî di hundir de bihêle fikarên xwe anîn ziman.    Tanrikulu, anî ziman ku bi vê guhertinê dê gelek erk û raye têkeve destê hekîmê înfazê û wiha got: "Bi erka têkeve destê hekîmên înfazê gelek pirsan bi xwe re ava dike. “Di dozên ku ne girêdayî înfazê de be, divê erk di destê bersûc û mexdûrên ku dadgeha lê tê darizandin de be. Ger ku erk û rayeya dadgehê bide hekîmê înfazê dê bi xwe re pirsgirêkên din ava bike."     'QEDEXEYA JI BO ÇAPEMENIYA MUXALÎF NAYÊ QEBÛLKIRIN'    Tanrikulu, bal kişand ser qedexeya pirtûk, rojname û weşanên muxalif û wiha lê zêde kir: "Heta niha ev qedexe bi awayî fîîlî dixistin meriyetê. Lê ji niha û şûnde dê krasê zagonan lê bikin. Bi vê guhertinê tiştên ne rewa, dikin zagon. Bi zagonan rewa dikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Ji ber ku şertê ji Saziya Îlanê ya Çapemeniyê îlanê digire ya nagire dê girtiyan ji agahiyan dûr bixe. Dê mafê girtî yê agahdarkirinê binpê bike. Divê mafê girtî yê agahdarkirinê neyê astengkirin. Ji ber ve yekê ev xal û guhertin nayê qebûlkirin. Ev zagon ji aliyê wîcdanê civakê ve nayê qebûlkirin."    Li Tirkiyeyê di nava sûcên terorê û sûcên siyasî de tu cudahî tune ye. Ji ber vê yekê her siyasetmedarê muxalif ku li dijî xeta hikûmetê, tên darizandin û rastî ceza tên. Gelek jê hêj têne darizandin. Li gorî mevzûatê ev jî wekî sûcdarên terorê tên pênasekirin. Li gorî vê zagona di komîsyonê re derbas bû, gelek kesên ku wekî sûsên siyasî bêne nirxandin, dê di çarçoveya sûcên terorê de bên darizandin. Ev ji aliyê wîcdanê civakê ve nayê qebûlkirin.    DIVÊ SÛC NEYÊN TEVLIHEVKIRIN   Tanrikulu, xwest sûcê qatile jinan, îstîsmara zayendî, tiryak û bazirganê tiryakê û sûcê girtiyên siyasî neyê tevlihevkirin û wiha got: "Di vê guhertinê de kesên hêj darizandina wan didome û sûcê wan diyar nebûye jî hene. Ev guhertin ji bo van kesan tu gavan navêje. Divê têkildarî van kesan daraz gavan bavêje. Daraz di vê mijarê de ne azad û azadîparêz e. Ji ber ku daraz wekî goga siyasetê tê bikaranîn.    MA / Ferhat Çelîk