Odeya Tabîban a Îzmirê: Daneyên me û wazeretê li hev nayên 2020-04-06 09:08:57   ÎZMÎR - Sekreterê Gişti yê Odeya Tabîban a Îzmirê Lutfî Çamli, diyar kir ku hêj malzemeyên ku xebatkarên tenduristiyê biparêzin nehatine û wiha got: "Daneyên di destên me de û daneyên wezaretê hev nagirin."    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca, di 4'ê Nîsanê de li dijî şewba vîrûsa corona (Covid-19), bi rêya konferansa video bi midûrên tenduristiyê yên 81 bajaran re civîn pêk anîbû. Koca, di konferansê de gotibû heta nexweşan ji temasê îzole nekin dê nikaribin rê li pêş şewbê bigirin. Koca dîsa ji bo xizmetkarên tenduristiyê li qada xizmetê rastî pirsgirêkan neyên ji hemû midûrê bajaran xwestibû ku di milê ekîpman, lepik, maske û amûrên din ve pêdivî bêne temînkirin.    ‘DIVÊ AGAHÎ JI CIVAKÊ NEYÊN VEŞARTIN'    Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Îzmirê Lutfî Çamli, anî ziman ku li gel daxuyaniya Wezîr hêj ekîpman û amûrên parastinê li xizmetkarên tenduristiyê nehatine belavkirin û wiha got: "Pêvajoya têkildarî şewbê ji aliyê Midûriyetên tenduristiyê yên bajaran ve têne meşandin. Hemû daneyên der barê nexweş û mirinên şewbê li cem midûr û wezaretê kom dibin. Em wekî odeyê xwe digînin agahiyên pir kêm. Agahî pir kêm bi mere têne parvekirin. Divê agahî neyên veşartin. Divê Wezareta Tenduristiyê û Midûriyetên Tenduristiyê yên Bajaran agahiyan zelal û aşkere parve bikin. Divê ji civakê veneşêrin. Civak çiqas berfireh bibe xwedî agahî wê ew qas bêtir karibe xwe biparêze. Mînak tedbîrên ku ji bo Enqere û Stenbolê têne girtin, dikarin ji bo Mêrsîn û Amedê nefikirin. Her bajarek divê li gorî pêdivî û şertên xwe tedbîr bigirin. Divê li gorî dane û belavbûna şewbê tedbîr bêne girtin. Daneyên ku wezîr Fahrettin Koca û Odeya Tabîban a Îzmirê hev nagirin. Divê tenê li gorî encama testan daneyan nedin. Di hin tahlîlên klînîkê de dibe ku testa vîrûsê negatif jî derkeve. Di vê rewşê de nikarin bêjin ew kes ne bi şewba vîrûsê ye. Di hin testên ku heta niha hatin kirin de teşhîs nehati kirin."   'EKÎPMANÊN PARASTINÊ PIR KÊM IN'   Çamli, destnîşan kir ku hêj ekîpmanên parastina xizmetkarên tenduristiyê pir kêm in û wiha bi dawî kir: "Em wekî Odeya Tabîban a Îzmîrê daxwazên ekîpmanên parastinê berdewam dikin. Ji bo me ya herî girîng parastina tenduristiya xizmetkarên tenduristiyê ye. Divê dewlet her kesî biparêze. Divê teqez xizmetkarên tenduristiyê jî biparêze. Heta ku ekîpmanên parastinê tune bin, nayê qebûlkirin ku di şerê li dijî vîrûsê de xizmetkarên tenduristiyê li pêş bin. Teqez divê berî her tiştî em baş kedkarên tenduristiyê biparêzin."    Divê kedkarên tenduristiyê piştî ji kar derketin neçin malên xwe. Ji bo kedkarên tenduristiyê raste rast neçin malê, me ji bo wan li mêvanxaneyên şaredariyan û wezaretê cih organîze kiriye. Çawa ji nexweşxaneyan derketin, ji bo wan li van mêvanxaneyan dînin hin organizasyon hatin destpêkirin.    MA / Sevda Aydin