Piştî serhildanê agahiyên durist nedan xizmên girtiyan 2020-04-06 10:12:45   ÊLIH – Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê kul ê serhildan çebûbû, diyar kirin ku piştî serhildanê agahiyên durist ji girtiyên xwe negirtine û xwestin k udi pêvajoya vîrûsa koronayê de girtî bên bedan.   Di 4’ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, girtiyan sûdwernegirtina xwe ya ji sererastkirina înfazê bi serhildanekî şermezar kiribûn. Piştî serhildanê bi sedan malbatên girtiyan hatibûn ber dere girtîgehê û bertekên xwe anîbûn ziman. Malbatên ku hatin ber dere girtîgehê û xwestin ku têkildarî xizmên xwe yên girtî agahî bistînin, tenê daxwazeke wan heye. Malbat, dixwazin ku sererastkirina înfazê bi awayekî wekhev derkeve û ji bo ku girtî ji vîrûsa koronayê bi bandor nebin girtî bên berdan.   202 GIRTÎ LI GIRTÎGEHÊ MAN   Hat diyarkirin ku piştî serhildanê 439 girtî sewqî Girtîgeha T4 a Amedê hatine kirin û tenê 202 girtî li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê mane. Ji aliyê rayedaran ve hejmarên kogûşên ku girtî jê sewqî Amedê hatine kirin, li ser kaxizan hatin nivîsandin û li rawestgeha pêşiya girtîgehê hatin daleqandin.   ‘BILA DI PÊVAJoYA NEXWEŞIYÊ DE KURÊ MIN BERDIN’   Naîf Hesen a ji rojavayê Kurdistanê ku peyvek bi tirkî nizane, diyar kir ku ji ber şer hatina Midyadê û kurê wê li Êlihê hatiye girtin û wiha got: “Di şer de gule li min ket, hatim van deran niha jî kurê min girtî ye û lê digerim. Ez ji tenduristiya kur û hevjînê xwe bi fikar im. Dixawzim ku her dû jî ji ber vîrûsê bên berdan. Kekê Azad Baskin ê girtî Bayram Baskin jî destnîşan kir ku ji rayedaran agahiyên zelal nagirin û ev tişt anî ziman: “Em li girtîgeha Amedê ku sewqê wê hatine kirin geriyan lê tu agahî nedan me. Em ji tenduristiya birayê min bi fikar in. Daxwaza me ya bingehîn ew e ku wekhevî pêk bê û di pêvajoya vîrûsê de birayê min li malê be. Lê daxwazên me nayên bersivandin. Em dixwazin demildest hevdîtina bi telefonê pêk bînin.”   ‘DIVÊ MAFÊ JIYANÊ BÊ PARASTIN’   Kekê Maşûk Çelîk ê girtî Ramazan Çelîk jî da zanîn ku birayê wî girtiyê siyasî ye û wiha got: “Daxwaza me ya dstpêkê ew e ku hemû girtî bi malbatên xwe re hevdîtin bi telefonê pêk bînin. Divê ku hemû girtî wekhev ji sererastkirina înfazê sûd werbigirin. Di vê pêvajoya ku herkes bi vîrûsê re mijûl dibe de divê tenduristiya herkesî bê parastin. Weke pêwîstiyeke hiqûqê divê mafê jiyanê bê parastin û girtî demildest bên berdan.”   ‘DIVÊ DEMEK ZÛTIR BÊN BERDAN’   Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê Îlya Tarim jî bal kişand ser rewşa girtiyên ku hatine sewqkirin û ev tişt anî ziman: “Em dizanin ku serhildan ji bo sererastkirina înfazê û cihêkariya ku tê kirin, hatiye derxistin. Li gel vê yekê jî agahiyeke zelal nehatiye parvekirin. Berê Girtîgeha Wanê îro jî Girtîgeha Êlihê bû. Dibe ku sibê hin girtîgehên din bin. Bi belavbûna vîrûsê re dê li girtîgehan gelek pirsgirêk derkevin. Bi awayekî hiqûqî divê li gorî wekheviyê hemû girtî demildest bên berdan.”   MA / Metîn Yoksû