Uca: Divê girtiyên siyasî bi lez bêne berdan 2020-04-06 11:11:35   ÎDIR - Nûnerê Şaxa ÎHD'ê yê Îdirê Canturk Uca, diyar kir ku zagona înfazê ya di Komîsyona Edaletê re derbas bû li dijî rêgeza Destûra Bingehîn e û xwest bi lez hemû girtiyên siyasî bêne berdan   Piştî vîrûsa corona li Tirkiyeyê belav bû, hikûmeta AKP-MHP'ê pakêta 3'emîn a darazê xistin rojevê û qanûna înfazê di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê re derbas kirin. Lê di qanûna înfazê de tenê girtiyên edlî dixe nava  xwe û girtiyên siyasî ji vê yekê bêpar in. Ji ber vê yekê bertek û nerazibûnên li dijî vê zagonê zêde ne. Nûnerê Şaxa ÎHD'ê yê Îdirê Canturk Uca, diyar kir ku zagona înfazê ya di Komîsyona Edaletê re derbas bû li dijî rêgeza Destûra Bingehîn e û xwest bi lez hemû girtiyên siyasî bêne berdan. Uca, da zanîn ku nayê qebûlkirin ku girtiyên siyasî li dervê vê zagonê bêne hiştin û wiha got: "Ev guhertina zagona înfazê rê li pêş cudakarî û dûrxistinê vedike. Bi hezaran mirov ji ber pirtûk nivîsî ye, ji ber fikra xwe anîye ziman û ji ber peyam li ser medya civakî parve kirine hatine girtin û niha girtî ne. Bi hezaran kes ji ber fikrên xwe aşkere kirine girtî ne. Terkî mirinê hatine kirin.    'GIRTIYÊN SIYASÎ DÊ BÊTIR GIRTÎ BIMÎNIN'    Uca, da zanîn ku ji ber di vê zagonê de wekhevî tune dê girtiyên siyasî bêtir di girtîgehê de bimînin û wiha axivî: "Di vê zagona înfazê de mixabin wekhevî tune ye. Li gorî Destûra Bingehîn her kes wekhev e. Lê li gorî vê zagonê cudakarî heye. Divê hemû girtiyên siyasî bêne berdan û bi lez hemû girtîgeh bêne valakirin."