Li Rihayê 3 kes bi vîrûsa corona mirin 2020-04-06 11:38:39   RIHA - Odeya Tabîban a Rihayê, diyar kir ku ji ber şewba vîrûsa corona 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî bi şewba vîrûsê ketine.    Odeya Tabîban a Rihayê, têkildarî vîrûsa corona (Covid-19) agahiyên nû li ser hesabê xwe yê twitterê parve kir. Odeyê di hesabê medya civakî de diyar kir ku li bajarê Rihayê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketine gihiştiye 20’an û 3 kes jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane. Odeyê da zanîn ku nêzî 150 kes jî bi gumana şewba vîrûsê rakirine nexweşxaneyê û di bin kontrolê de ne. Odeyê destnîşan kir ku Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar agahiyan ciddî parve nake û ji ber vê yekê gel di aliyê parastinê de tedbîran zêde nagire.