‘Divê ji bo kedkarên PTT’ê bi lezgînî bergirî bên girtin’ 2020-04-06 12:32:44   ÎZMÎR – Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Kanî Beko, diyar kir ku kedkarên PTT’ê di bin rîsqê de tên xebitandin û got ku divê ji bo kedkaran bi lezgînî bergiriyên parastinê bên girtin.   Tabloya vîrûsa koronayê her ku diçe giran dibe û bergiriyên dewletê jî bi qedexeyan bi sînor dimînin. Li gel ku 27 hezar kes bi vîrûsê ketine jî bi milyonan karkerên ku ji ber neçar in bixebitin, derdikevin derve hene. Di vê çarçoveyê de gelek sendikayan bal kişandibûn ser şert û mercên xebatê yên Miduriyeta Giştî ya Rêxistina Posta û Telegrafê (PTT). Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Kanî Beko, têkildarî rewşa karkerên PTT’ê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku kedkarên PTT’ê di bin rîsqê de dixebitin. Beko, xwest ku ji bo kedkarên PTT’ê bi lezgînî bergiriyên parastinê bên girtin û ev tişt got: “Heke em dengê kedkarên PTT’ê guhdar nekin wê hem tenduristiya kedkaran hem jî tenduristiya gel di bi gefê de be. Divê ku testên kedkaran bên kirin û bi dorvegerê karker bixebitin. Em ê li cem kedkarên PTT’ê bin.”