Medreseya Sor careke din kirin restorasyonê 2020-04-06 15:22:15   ŞIRNEX  –  Medreseya Sor a dîrokî ku beriya niha bi hezaran TL’yan hatibû restorekirin û paşê di dîwarên wê de hilweşandin pêk hatibû, carke din kirin restorasyonê   Medreseya Sor a dîrokî ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye û tirbeya helbestvanê kurd Melayê Cizîrî lê ye, careke din kirin restorasyonê. Di çarçoveya restorasyonê de ji bo niximandina ser medreseyê bi alîkariya vîncê dest bi çêkirina profîlên hesin hat kirin. Li gorî agahiyan dê ser medreyê 2 salan girtî bimîne.   TABELA TUNEYE   Li aliyê din hat hînbûn ku Miduriyeta Giştî ya Weqfan îhaleya restorasyonê daye şîrketa bi navê Revan. Balkêş e li gel vê yekê jî têkildarî agahiyên îhaleyê û karê restorasyonê li derdora avahiyê tabelaya agahdariyê nehatiye danîn. Beriya niha di navbera salên 2006 û 2007’an de di çarçoveya “Projeya Baweriyê ya Cizîrê” de ji aliyê Serokatiya Îdareya Geşepêdana Herêma GAP’ê ve medrese, bi hezaran TL’yan hatibû restorekirin. Piştî restorasyonê demeke kurt di dîwarên medreseyê de hilweşandin pêk hatibû.   ESNAF BI FIKAR IN   Esnafên derdora medreseyê, xebata restorasyonê ku careke din hatiye destpêkirin şîrove kirin û diyar kirin ku beriya heman restorasyona hatiye kirin û ev tişt gotin: “Hêvîdarin ku vê carê ne ji bo pereyan, ji bo sereraskirina medreseya ku em mîna roniya çavên xwe dibînin bê kirin.”   NAVENDA ILM, ÇAND Û HUNERÊ YE   Medrese, di sedsala15’emîn de dema Mîrtiya Cizîrê hatiye çêkirin. Hewşeke mezin a medreseye heye û li gel hin polan, xwaringeh û lojmanên mamosteyan jî lê hene. Ji ber ku bi tûleyên sor ên Cizîrê hatiye çêkirin jê re Medreseya Sor tê gotin. Tirbeya helbestvanê kurd Melayê Cizîrî li medreseye ye. Medreseya sor dema Mîrtiya Cizîrê û Mîrtiya Şerefxan weke navenda ilm, çand û hunere hatiye bikaranîn.