Li Cîhanê Covid-19: Kesên bi şewba vîrûsê ketin 1 milyon û 300 hezar derbas kir 2020-04-07 08:30:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Cîhanê kesên bi şewba vîrûsa corona (Covid-19) ketin, 1 milyon û 300 hezar derbas kir. Hêjmara kesên bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dan jî 70 hezar derbas kir. Li Tirkiyeyê jî hêjmara kesên bi şewba vîrûsê ketin 30  hezar û 217 kes derbas kirin. Heta niha 649 kesan jî bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dan.    Şewba vîrûsa corona li aliyekî hêjmara kesên nexweş zêde dike, li aliyê din hêjmara miriyan zêde dike. Dîsa ji ber belavbûna vîrûsê li gelek welatan liv û tevgera mirovan rawestiya ye û bi sed hezaran kargerî hatine girtin. Li cîhanê ji ber şewba vîrusê heta niha kesên bi şewba vîrûsa corona (Covid-19) ketin, 1 milyon û 300 hezar derbas kir. Hêjmara kesên bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dan jî 70 hezar derbas kir. Li Tirkiyeyê jî hêjmara kesên bi şewba vîrûsê ketin 30  hezar û 217 kes derbas kirin. Heta niha 649 kesan jî bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dan.  Li Almanya  hêjmara kesên bi şewbê ketin 100 hezar derbas kir. Li Îngîlîstanê di 24 saetên dawî de 439 kes mirin û heta niha 5 hezar û 373 kes bi vîrûsê mirin. Li Fransayê jî di 24 saetên dawî de 833 kes bi vîrûsê mirin û hêjmara kesên mirî gihişt 8 hezar û 911 kesan. Li DYA jî hêjmara kesên bi vîrûsê ketin gihişt 347 hezaran. Heta niha bi vîrûsa corona 10 hezar û 335 kesan jiyana xwe ji dest dan.    LI ÎTALYA 16 HEZAR Û 523 KES MIRIN   Di nava welatê cîhanê de herî zêde li Îtalyayê kesên bi vîrûsê jiyana xwe ji dest da. Heta niha ji ber vîrûsa Covid-19'an 16 hezar û 523 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di 24 saetên dawî de 636 kesên din mirin û heta niha 132 hezar û 547 kes bi vîrûsê ketine. Bi giştî 22 hezar û 837 kes jî baş bûne û ji vîrûsê xelas bûne.    LI TIRKIYE 649 KES MIRIN   Li Welatê Çinê ku şewb lê derket û belav bû jî heta niha 81 hezar û 708 kes bi şewbê ketine. Li Tirkiyeyê jî heta niha 30 hezar û 217 kes a bewbê ketin û 649 kes jî bi şewbê mirin.