Gulum: Pêşî jiyanê esas bigirin 2020-04-07 09:03:24   STENBOL – Parlementera HDP'ê Zuleyha Gulum, ji bo pêşnûmaya qanûna înfazê ya nû diyar kir ku tê wateya "berdewamiya hiqûqa dijminahiyê" û got: "Pêşî jiyanê esas bigirin."    Vîrûsa coronayê (Covîd-19) her diçe berbelav dibe. Ligel vê li Tirkiyeyê yek ji deverên di talûkeyê de jî girtîgeh in. Heya niha ji bo ewlehiya girtiyan gavek berbiçav nehatiye avaêtin û wê îro jî pêşnûmaya qanûna înfazê ya nû ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatine kirin berpêşî meclîsê bê kirin.    Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum qanûna înfazê ya di komîsyonê re derbas bû û bûye cihê bertekên mezin nirxand.    Gulum, anî ziman ku îqtidar di guherandina vê qanûnê de li pey keysperestiyê ye û got, îqtidarê berê dixwest efûyekê çêbike û niha jî ji ber vê şewbê firsend dîtiye û dixwaze bi vî awayî çêbike.    'BERDEWAMIYA HIQÛQA DIJMINATIYÊ YE'    Gulum, got: "Bi vê guherandinê dibêjin, 'Em ên din berdin, bira girtiyên siyasî di hundir de bimînin. Kî dimire bira bimire, ên bimînin jî bira di girtîgehê de bimînin.' A rast ev berdewamiya hiqûqa dijminatiyê ye. Bi vê re dibêjin, 'Em ê girtiyên siyasî qet bernedin. Em ê hiqûqa xwe ya dijminatiyê bidomînin. Em ê guherandineke wiha bikin ku ji ya berê girantir be û berdena bi şertî tunebe.' Yanî li vira îqtidar keysperestiyê dike û bi vê keysperestiyê pêşnûmayekê dide ber me. A rast ev guherandin, guherandineke ku wê bêtir êrîşî muxalefetê bikin bi xwe ye."    Gulum, destnîşan kir ku di vê guherandinê de ji bo girtiyên siyasî lêpirsînên dîsîplînê girantir kirine û erka dadgeriyên înfazê zêdetir kirine. Gulum, bilêv kir ku zêdekirina erka dadgeriyên înfazê nerast e û got, wê bi vî awayî ji bo îtirazê tenê rêya dadgehên cezayê giran vekiribe. Gulum, got: "Ji xwe em dizanin gava li dadgehên cezayê giran îtiraz çêdibin, rasterast tên redkirin."    'PÊŞÎ LI BER PÊKANÎNÊN KÊFÎ TÊ VEKIRIN'    Gulum, destnîşan kir ku qanûna niha ji ya berê girnatir bûye û got: "Li girtîgehan hin pêkanîn hene li dijî hiqûqê ne, lê belê ew bi awayekî fiîlî tên kirin. Li girtîgehan dîsîplîn zêde ne. Û lêpirsînên dîsîplînê didin ber mueyîdeyan. Pêkanîna hinan jê di rêziknameyê de nehatiye diyarkirin. Di rêziknameyê de çi derkeve, wê îdare li gor kêfa dilê xwe tev bigere. Lê em baş dizanin meseleya maf û azadiyê divê bi rêziknameyan ve neyê girêdan. Heger bê sererastkirin divê di qanûnê de bê sererastkirin. Di vî warî de pêşî li pêkanîneke kêfî tê vekirin."    Her wiha Gulum, destnîşan kir ku serbestberdana bi şertê kontrolê jî xistine destê dadgeriyên înfazê û şert û mercên rewşa baş jî di vê sererastkirinê de nehatine zelalkirin û got, wê ev yek jî pêşî li pêkanînên kêfî vebike.    Gulum, anî ziman ku di vê sererastkirinê de tişta herî zêde bûye mijara nîqaşê jî kesên cezayê wan di biniya 18 mehan d ebin wê ji sedî 40'ê vî cezayî di girtîgehan de derba sbikin û got: "Ev xal a MHP'ê ye. Ne kar aqilan e. Bi vê sererastkirinê dixwazin ji muxalifan re bêjin, 'cezayê we hindik be jî hûn ê di girtîgehê de bimînin.' Ev rêbazeke gefxwarinê ye. Dixwazin bi vê sererastkirinê civakê çavtirsandî bikin."    ‘WÊ CIVAK QEBÛL NEKE'    Gulum, anî ziman ku piştî şewbê civak ji bo pêşnûmayê bihêvî bû û got: "Çav û guhê her kesî li vê sererastkirinê bû. Lê tişta civak li bendê bû nehat. Sererastkirina pir dûrî wijdanê civakê çêkirine. Piştî şewbê pirsgirêkeke mezin a tenduristiyê li holê heye. Dibe mirov bimirin. Û hêviya van mirovan ji we heye, lê belê hûn radibin ji wan re dibêjin 'ez ê we bernedim, bimirin'. Loma wê civak vê yekê qebûl neke."    Gulum, got: "Wê îro ev pênûma bê meclîsê. Hêvîdar im AKP guh bide bertekên civakê. An jê wê encamên wê pir giran bin. Hûn radibin xizmên mirovan di girtîgehan de dihêlin û hûn ji wan re jî dibêjin 'di mal de bimînin.' Lê belê wê wijdanê civakê li girtîgehan mirina mirovan qebûl neke. Lê hê jî ne dereng e. Divê îqtidar ne berjewendiyên siyasî, divê pêşî jiyanê esas bigire û li gor wê tev bigere."    MA / Nacî Kaya