Li Îzmîrê 111 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin 2020-04-07 13:37:33   ÎZMÎR - Odeya Bijîşkan a Îzmîrê, ragihan ku testa 111 xebatkarên tenduristiyê pozîtîf derketiye.    Odeya Bijîşkan a Îzmîrê, ragihand ku li bajêr testa 111 xebatkarên tenduristiyê pozîtîf derketiye. Odeya Bijîşkan li ser hesabê xwe yê medya civakî agahî da û wiha got: “Li bajêr 69 bijîşk, 27 hemşîre-pîrik, 10 xebatkarên paqijiyê, 2 sekreter, 3 karmend bi giştî 111 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketine.”