Li Şakranê testa bijîşkek din pozîtîf derket: Li qawîşan têkilî bi girtiyan re daniye 2020-04-07 14:10:08   ÎZMÎR – ÎHD Û TÎHV ragihandin ku li Girtîgeha Şakranê testa bijîşkek din pozîtîf derketiye, Ege TÛHAY-DER jî diyar kir ku heman bijîjk hefteyek berê li qawişan têkilî bi girtiyan re daniye. Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê û Ş axa Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Îzmîrê, daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar dan û ragihandin ku li Girtîgeha Şakranê testa bijîjkekî din pozîtîf derketiye.   ‘DIVÊ TESTÊN GIRTIYAN BÊN KIRIN’   Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di planên qrîzê de berpirsyariya dewletan a parastina hemû kesên li girtîgehan heye û ev tişt hat gotin: “Bi taybetî Girtîgeha Şakranê lê divê li hemû girtîgehan di her astê de bi awayekî lezgîn bergirî bên girtin. Di serî de divê personel û girtiyên ku bijîjkan bi wan re têkilî danîne divê bikevin bin qarantînayê û testên wan demildest bên kirin. Divê bergiriyên ku Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di 20’ê adarê de aşkera kiribûn, bi awayekî guncav bên girtin.”   BIJÎJK BI GIRTIYAN RE TÊKILÎ DANIYE   Hevserokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (Ege TUHAY-DER) Ahmet Ertaş jî da zanîn ku ji wan re jî agahiya ku li girtîgehên hejmar 1 û 2 ên tîpa T ên Şakranê bijîjkên ku bi vîrûsê ketine hene, hatiye û wiha got: “Di çarçoveya xebata ku em li gorî agahiyên malbatan dikin de me xwe gihandiye agahiya zelal a testa bijîjkê girtîgehê ya pozîtîf derketiye. Heman bijîjk hefteyek berê çûye qawişên girtiyan û bi wan re tekilî daniye. Li gel vê yekê jî rayedarên girtîgehê testa girtiyan nekirine. Ev jî xof û fikarê bi me re zêde dike. Ev rewş nayê qebûlkirin û divê hiqûqa dijminane bê terikandin û em daxwaz dikin ku hemû girtiyên siyasî bên berdan.”