Ji bo Ocalan ku tenduristiya wî tê meraqkirin bang kir 2020-04-07 15:38:57   STENBOL – Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Sûltan Karasû, ji bo pêkanîna şertên hevdîtina parêzer û malbatê ya bi Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku ji ber vîrûsa koronayê tenduristiya wî tê merqakirin, bang li hikûmetê kir.   Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên ku Xizmên xwe Winda Kirine ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), bi civîneke çapemeniyê bal kişand ser rewşa Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ku di bin gefa şova vîrûsa koronayê de ne. Civîna çapameniyê li navenda komeleyê ya li navçeya Fatîhê ya Stenbolê hat lidarxistin. Di civînê de Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Sûltan Karasû axivî.   ‘DIVÊ HEVDÎTIN PÊK BÊ’   Karasû, destpêka axaftina xwe de bal kişand ser sererastkirina înfazê ku AKP-MHP’ê li serê li hev kir û di Komîsyona Edaletê ya Meclisê re derbas kirin rawestiya û diyar kir ku ji berk u girtiyên siyasî nahewîne nav xwe li dijî şertên hiqûq û wekheviyê ye. Karasû, bi bîr xist ku kesên li girtîgehan di bin ewlehiya dewletê de ne û bi van gotinan bal kişand ser rewşa Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan: “Tenduristiya Ocalan di nav raya giştî de mijara meraqê ye. Ji ber vê yekê divê hevdîtina parêzer û malbatê ya bi Ocalan re demildest pêk bê.”   ‘KAMU VİCDANI KANATILMAMALI’   Di berdewama axaftina xwe de Karasû, bi lêv kir ku kedkarên çapameniyê, parêzer, peywirdarê hîndekariyê, hunermend, parlamenter û şaredar li girtîgehan ten girtin û wiha got: “Bi van re li girtîgehan girtiyên ku nexweşînin wan ên kronîk hene û gelek girtiyên ku nexweşiya pênçeşêrê ketine, hene. Divê ku ev efû bêyî ku xesar bide wijdanê raya giştî pêk bê. Efûya ji bo îstîsmarkarên zarokan, sûcdarên tacîz û tundiyê û baronên hişbirê, gelo wê ji bo gel û hiqûqê çiqas bibe bersiv.”   ‘BILE GIRTÎGEH NEBÊN MALÊN CENAZEYAN’   Di dawiya axaftina xwe Karasû têkildarî qapasîteyên girtîgehan axivî û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Li girtîgehên ku ji qapasîteyê zêdetir girtî li wan hene, li kogûşên 5 kesî 10-20 girtî dimînin. Ev rewş jî gefeke mezin li tenduristiya mirovan dixwe. Tê zanîn ku heke ev vîrûs bigihîje girtiyan dê bibe sedema mirinên micid. Divê em van fikaran bidine ber çavên xwe û ji bo ku girtîgeh nebin malên cenazeyan, demildest asteng bikin. Li gelek welatan ji bo girtiyan taloqkirina ceza û efû pêk tên. Em daxwaz dikin ku ev pêkanîn li vir jî bikevin meriyetê.”