ÎMO: Li şantiyeyan giştînameya parastina ji vîrûsê tê piştguhkirin 2020-04-07 15:54:42   WAN – Şaxa ÎMO ya Wanê li dijî koronayê li înşatan lêkolîn pêk anî û hat gotin giştînameya parastina ji koronayê ya wezaretê belav kir tê piştguhkirin.    Odeya Endezyarên Înşatan (ÎMO) a Şaxa Wanê li dijî vîrûsa koronayê li şantiyeyên înşatên Wanê didomin lêkolîn pêk anî. ÎMO piştî lêkolînê daxuyaniyek nivîskî bi raya giştî re parve kir. ÎMO di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku li înşatan giştînameya parastina ji koronayê ya wezaretê belav kir tê piştguhkirin. ÎMO da zanîn ku wan ji bo parastina ji vûrûsê û tevdîrên li dijî vîrûsê belavokên hişyariyê belav kirine. ÎMO di daxuyaniya xwe de da zanîn ku karker bêtevdîr dixebitin û heke tiştek were serê karkeran berpirsiyarên ewil xwediyên kar in.