Qeyûmê Cizîrê ronahiya qeyûmê berê neecibandiye! 2020-04-08 09:03:01   ŞIRNEX - Qeyûmê Şaredariya Cizîrê, kuçeya ku qeyûmê berê di sala 2017'an de ronahî lê çêkiribûn, careke din ronahî lê çêkirin û ji bo ronahiyan bi hezaran TL xerc kir.    Wezîrê Karên Navxweyî di 29'ê Cotmeha 2019'an de qeyûm tayinî Şaredariya Cizîrê kir. Piştî Qeymeqamê Navçeyê Sînan Davûtoglû bû qeyûm, li hin deverên anvendî yên bajêr ronahiyên ledî bicihkirin. Di vê çarçoveyê de li Kuçeya Sevgiyê ku avahiya şaredariyê lê ye û li Xaçerêya Dortyolê ku qeyûmê berê jî ronahî lê çêkiribûn, careke din ronahî lê çêkirin.    BI 55 HEZAR TL'Yİ    Qeyûm Davûtoglû li Xaçerêya Dortyolê bi 30 hezar TL'yî û li Kuçeya Sevgiyê jî bi qasî 55 hezar TL'yî ronahiyên ledî bi cih kirin. Lê belê qeyûmê berê Ahmet Adanûr jî di sala 2017'an de li heman kolanê ronahî bicihkiribûn. Adanûr jî ji bo dîrekên ronahiyê bi hezaran TL pere xerc kiribû û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ji bo van ronahiyan gotibû, "Ne Parîs Cizîr". Lê piştî qeyûm Davûtoglû hat careke din li heman kuçeyê ronahî bi cih kirin û ji bo wan bi hezaran TL xerc kir.