‘Li girtîgehan tecrîd heye' 2020-04-08 09:05:02   AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehmet Temizyuz diyar kir ku li girtîgehan gelek maf têne binpêkirin û  got: “Li girtîgehan ji xeynî tedbîran tecrîdek heye. Bila qanûna şermê paşve were kişandin û qanûneke ku girtiyên siyasî jî dixe nava xwe bê sazkirin.    Di van rojên ku vîrûsa corona hemû welatên cîhanê xistiye bin tesîra xwe, li girtîgehan girtî li dijî vê şewbê nayên parastin. Li Tirkiyeyê nêzî 300 hezar girtî di şertên xerab de ji mafê xwe bêpar girti ne. Qanûna înfazê duh li meclîsê hat niqaşkirin û bi denge AKP-MHP'ê di meclîsê re derbas bû. Bi vê zgonê girtiyên siyasî li derve hiştin û tê armanckirin ku 90 hezar girtiyên edlî serbest berdin. Bertek û nerazibunên li dijî vê qanûnê pir zêde ne. Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz derbarê îhlalên girtîgehan, kampanyaya wan a bi 64 sazi, dezgeh û partiyên siyasî ve dayî destpêkirin û qanûna înfazê de axivî. Temîzyuz, diyar kir ku kampanyaya ku ev hefteyeke dayî dest pê kirin gihiştiye 13 hezar îmzeyan û wiha got: “Ji bo balê bikşînin ser qanûna înfazê, ji bo ku partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî bixin rojeva xwe û ji ber daxwaza malbatên girtiyan bixin rojev me kampanyaya îmzeyê daye destpêkirin. Niha qanûna înfazê bûye rojev.”   ‘GELEK GIRTÎ DI HUCREYÊN YEK KESÎ DE NE’   Temîzyuz, da zanîn ku beriya vîrusa coronayê jî li girtîgehan gelek îhlalên mafan hebûn û wiha axivî: “Piştî vîrusa coronayê li Tirkiyê derket û şunde Wezareta Dadê got hin tedbîr girtine. Lê dema em li girtîgeha dinêrin ji xeynî tedbîran tecrîdek heye. Li gelek girtîgehan îhlalên mafan derket holê. Li Girtîgeha Amedê wisa ye. Li Girtîgeha Gumuşxaneyê mehekê zêdetire girtiyek, li ya Aksarayê û Afyonê jî gelek girtî di hucreyên yek kesî de ne. Li Girtîgeha Şakranê jî malzemeyê paqijiyê nadin girtiyan, li qantînan jî têra girtiya malzeme tune. Girtî nikarin bi pereyê xwe jî rûpoşan bistînin ji ber ku nînin. Em dikarin bêjin li hemû girtîgehan heman rewş heye.”   ‘BI HINCETA CORONAYÊ QANÛN DERXISTIN’   Temîzyuz, dest nîşan kir ku bi hinceta nexweşiya coronayê hin qanûn tên derxistin û wiha berdewam kir: “AKP û MHP qanûnên ku nikarî bûn derxînin dixwazin niha bi hinceta vîrusa coronayê derxînin.45 hezar girtiyên ku di girtîgehên vekirî de li saziyên dewletê de dixebitîn, niha xebat sekinî ne ji ber dixwazin ji van girtiyan xelas bin, ji ber vê yekê vê qanûnê derdixin.”   ‘BERPIRSYAR KESÊN KU LI DIJÎ HIKUMETÊ BÊDENG DIMÎNININ’   Temîzyuz, anî ziman ku li gelek welatên cîhanê di serî de girtiyên ku ji ber fikr û ramanên xwe hatî girtin berdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Tirkiye li dijî girtiyên kurd dijminatî tê kirin. Em dixwazin ku vê qanûna şermê bila paş ve bikşînin û qanûneke ku girtiyên siyasî jî di nav de bila were çêkirin. Heke dest ji vê qanûnê bernedin berpirsyarên mirinên ku di girtîgehan de çê dibin hikumet û hevpara wê MHP, CHP, partiyên siyasî yên ku di meclîsê de zexteke zêde li hikumetê nekin û saziyên sivîl yên civakî ku li dijî hikumetê bêdeng dimîninin.”