Her du xwişkan ji ber feqîriyê jiyana xwe ji dest dan! 2020-04-08 09:28:24   AMED – Li gundê Barê yê Çinara Amedê du zarok di bin xaniyên hilweşiya de jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku malbatê ji ber feqîriyê nikaribûye xaniyek nû ji xwe re çêkin û xaniyê kevn bûye sedema mirina wan.    Li gundÊ Barê yê girêdayî navçeya Çinara Amedê di 4’ê nîsanê de malek ax hilweşiya û ji malbatê 8 jê zarok 10 birîndar bûn. Guneş (15) û Dîndar Demîroglû (15) ên xwişkên hev tevî hemû mudaxeleyan jî nehatin rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dan. Li gund hatin veşartin û şîna ji bo wan hatibû dayîn jî qediya.    Di rojên serê nîsanê de hewa bi şilî derbas bû û xanî ji ber baranê hilweşiya. Derket holê ku malbatê ji ber feqîriyê nikaribûne xaniyek ji xwe re çêbikin û ev xaniyê ax bûye sedema bobelatê.    BAV Û ZAROKÊN XWE KARKERÊN ÇANDINIYÊ NE    Hat zanîn ku bavê zarokan Hamdullah Demîroglû carna karê ajokariyê dike û niha jî ji bo debara xwe bike li zeviyên xizmên xwe karkeriya çandiniyê dike. Hat gotin Guneş û Dîndar ên xwişkên hev jî piştî dibistana navîn qedandine, ji bo debara malbatê neçar mane ew jî wek karkerên çandiniyê bixebitin. Ji ber ku zarokên mezin ên malbatê bûn barê malê jî li ser milê wan bû.    LI PEY WAN XANIYEK HILWEŞIYAYÎ MA    Hat zanîn ku beriya xaniyê malbatê hilweşe jî banê wan ji ber baranê dilop dikir û ji bo vê yekê jî her çiqas naylon dikin jî lê nabe çare. Piştî bobelata her du zarokan jiyana xwe ji dest da li pey wan wêneyê xaniyek hilweşiyayî ma.    MA / Arjîn Dîlek Oncel