GGM ji girtîgehan ne cuda ne: Penaber azadiyê dixwazin 2020-04-08 10:18:23   NAVENDA NÛÇEYAN – Navendên Paşde Şandinê yên penaberan jî wek girtîgehan di bin rîska vîrûsa koronayê de ne. Parêzer Înegollu diyar kir ku di odeyekê de nêzî 14 penaberan dimînin û got: “Penaber azadiyê dixwazin.”    Navendê Paşde Şandinê (GGM) yên penaber lê tên ragirtin mîna girtîgehan di bin gef ango rîska vîrûsa koronayê de ne. Tê gotin penaber ji azadiya xwe bêpar mane. Parêzer Dûygû Înegollu ya têkildarî kar û barê penaber dixebite diyar kir ku carna di hin odeyên penaber lê dimînin de 14 kesan bicih dikin û penaber bi qilqal in û dixwazin serbest bimînin.    RÊGEZ RONÎ Û ZELAL NÎN IN    Înegollu diyar kir ku rêgez û qaydeyên ji bo penaberan ronî û vekirî nînin, van kesan sûcek nekiriye û ne ji ber vê li Tirkiyê ne û divê pêkanînên ji ser wan bên rakirin û sînorkirina parêzeran jî bi dawî bibe. Înegollu da zanîn ku penaber ji gelek welatên cuda hene û got: “Şewba koronayê li Îranê gelek belav bûye. Gelek penaberên ji Îranê hatine hene. Metirsiya vîrûsê li vir belav bibe gelek heye. Ji gelek welatan însan di nava hev de dimînin.”    PAQIJÎ NÎNE Û EV METIRSIYÊ DIDE    Înegollu anî ziman ku ev navendên mayîna penaberan divê neyên tercîhkirin û bi belavbûna vê şewbê re ev cihên penaberan di bin rîskek mezin de ne. Înegollu got divê penaber ji bo xwe bigihînin mafê tenduristiyê û bi awayê hildin bin qeydê serbest werin berdan. Înegollu da zanîn ku miwekîlek wê ya 4 mehî ducanî heye û vê miwekîla wê ya ducanî rûyê bijîşk nedîtiye. Înegollu rewşa tenduristiya penaberan li ser vê jina ducanî da. Înegollu bi taybetî di derbarê GGM’iyên li Aydin û Îzmîrê de agahî parvekirin û got di warê paqijiyê de tu tiştek nîne û kelûpelên paqijiyê jî bi sînorkirî didin penaberan.    AZADÎ DIXWAZIN    Înegollu destnîşan kir ku daxwaza hevpar a penaberên li GGM’iyan tên ragirtin serbestî û azadiye û penaber ji gelek maf û azadiya xwe bêpar mane.   MA / Sedat Yilmaz