Di teqîna li çoltera Pasûrê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan 2020-04-08 10:32:37   AMED - Hat diyar kirin ku di teqîna li çoltera gundê Şawişa ya navçeya Pasûrê rû da de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.   Hat destnîşan kirin ku li çoltera gundê Şawîşa ya navçeya Pasûr a Amedê di dema derbasbûna wesayîtekê de teqînê rû da. Li gorî agahiyên dest pê kê 5 kesên di wesayîtê de bûn jiyana xwe ji dest dane. Hat diyar kirin ku ambûlansên sewqî cihê bûyer hatin kirin her 5 cenaze anîne amedê.     Hat ragihandin ku piştî teqînê gelek leşker bi helîkopteran û Balafirên Hewayî yên Bêmirov (ÎHA), sewqî herêmê hatin kirin.