Girtiyekê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da 2020-04-08 11:28:17 ENQERE - Girtiyê 70 salî Mehmet Yeter ê 3 sal girtî bû, li Girtîgeh a Bafra ya Samsûnê di hefteya derbas bûyî de, ji ber vîrûsa kononayê jiyana xwe ji dest da. Li Tirkiyeyê, 300 hezar girtî û hikumxar dibin talûke û riska vîrûsa korona (Kovîd-19) de ne. Pêşnûmeya înfazê ya ji aliyê AKP û MHP’ê ve hat amedekirin li Meclîsê tê nîqaşkirin. Di pêvajoyek wiha de, hikumxarekê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.   Li gorî nûçeya di Cumhuriyetê de cih digire, girtiyê 70 salî Mehmet Yeter ê 3 sal girtî bû, li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê di hefteya derbas bûyî de, ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Hat diyar kirin ku nexweşiya şeker bi Yeter re hebû, di 16’ê Adara de rakirin Nexweşxaneya Fakultê ya Tipa 16’ê Gulanê û di 23’yê Adarê de jî lingê wî yê çepê birîn. Hat dest nîşan kirin ku Yeter di 26’ê Adarê de ji nexweşxaneyê hatiye derxistin û wî birine girtîgehê. Mehmet Yeter li girtîgehê nebaş dibe, wî cardin radikin nexweşxanê û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dide.   Di nivîsa Serdozgeriya Komarê ya ji Miduriyeta Goristanan a Şaredariya Bajarê Mezin ê Semsûnê re şand de wiha hatiye gotin: “Hikumxarê bi navê Mehmet Yeter ji ber nexweşiya Covîd-19 wefat kiriye. Me nekarî em xwe bigînin malbata wî. Ji ber ku kes, ji ber kesnexweşiya şewba vegir jiyana xwe ji dest daye, ji bo tenduristiya civakê nekeve rîskê û nexweşî belav nebe, divê bergiriyên pêwîst bên girtin. Li ser vî esasî pêwîste kes bê definkirin.”   Cenazeyê Mehmet Yeter piştî nivîsa serdozgeriyê, ji aliyê ekîbên Miduriyeta Goristanan ve hat definkirin.   ‘HEFTEYEK ŞÛNDE EZ FÊR BÛM’   Kurê Mehmet Yeter Ferhat Yeter, diyar kir ku agahiya mirina bavê wî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi tu awayî jê re nehatiye ragihandin û got: “Ligel ku 5 roj bi ser mirina bavê min re derbas dibin jî, bi tu awayî agahî nedan me. Gelo çima agahî nedan me û bavê min defin kirin? Piştî mirina wî rojekê, girtiyekê li min geriya û agahiya mirina bavê min da min. Ez wisan fêrbûm ku bavê min miriye.”