Kesên di teqîna Pasûrê de mirin, diçûn birîna daran 2020-04-08 12:03:47   AMED - Li çoltera gundê Şawişa ya navçeya Pasûrê, di dema derbasbûna wesayîta kesên diçûn daran bibirin de, teqînê rû da û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyar kirin ku ji 5 kesên jiyana xwe ji dest dan 2 jê cerdevanên emekdarin.   Li çoltera gundê Şawîşa ya navçeya Pasûr a Amedê, îro saet 06.30 sibê, di dema derbasbûna wesayîtekê de teqîn rû da. Hat diyar kirin ku 5 kesên ji bo birîna daran çûn herêmê, ji ber teqînê jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku ambûlansên sewqî cihê bûyer hatin kirin, wê her 5 cenazeyan ji bo otosiyê bînin Amedê. Piştî teqînê gelek yekîneyên taybet sewqî herêmê hatin kirin û operasyonê dest pê kir. Hat dest nîşan kirin ku helikopter, Balafirên Hewayî yên Bêmirov (ÎHA) û Balafirinên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) li herêmê digerin.   2 KES CERDEVANÊN EMEKDARIN   Hat zanîn ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dan de Sedat Hazar, ji gundê Kanika ya navçeyê Alî Yildiz, Haci Akdenîz û Bûrhan ê paşnavê wî nehat zanîn hene û ji kesên mirin Alî Yildiz û Haci Akdenîz cerdevanên emekdar bûn.   BÛYEREKE MÎNA VÊ BÛYERÊ PAR RÛ DABÛ   Li gundê Agaçkorûr yê navçeya Pasûr a Amedê, bûyereke mîna vê bûyerê par rû dabû. Ligel hemû hişyariyan jî wesayîtek di 12’ê Îlona 2019’an de çûbû herêmê û mayîn di wesayîtê de teqiyabû. Di teqînê de, ajokarê wesayîtê Sîraç, Omer û Abît Yildiz, Ahmet Ay, Îhsan Çelîkbîlek, Mehmet Bozyel û Sînan Diger jiyana xwe ji dest dabûn û 10 kes jî birîndar bibûn. Piştî teqînê Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay, Midûrê Karê Fenê Şener Aktaş, Hevserokê HDP’ê yê Pasûrê Abîdîn Karaman û Mehmet Emîn Ay hatibûn binçavkirin û dûre hatibûn girtin. Bi girtina hevşaredaran re qeyûm tayînê şaredariyê hatibû kirin. Taş û Ay di danişîna yekemîn de hatibûn berdan.