Ûca tundiya li ser girtiyan bir rojeva Meclîsê 2020-04-08 12:34:22   AMED – Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca tuniya li ser girtiyên piştî raperîna li Êlihê derket û ew birin Amedê ji Wezaretê Dadê Abdulhamît Gul pirsî.    Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca lêdan û îşkenceya li girtiyên Girtîgeha Êlihê piştî raperînê sewqî Girtîgeha Amedê kirin hatiye kirin bi pêşniyazpirsê bir rojeva Meclîsê. Ûca di pêşniyazpirsê de çavdêriyên parêzerên MED TUHAD-FED û OHD’ê ku rapor amade kiribûn bi bîr xist û xwest Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul muameleya xerab, lêdan û îşkenceya li dijî girtiyan lêkolîn û eşkere bike.