Rewşa îxracatê ber bi xirabbûnê ve diçe 2020-04-08 12:37:39   ENQERE - Endeksa Rewşa Îxracatê ya Sektora Çêkirinê ya Tirkiyeyê, di meha Adarê ji sedî 35,7 bi ketinek hişk paşve ket. Ev dana, dide nîşandan ku avhewaya îxracatê ber bi xirabbûnê ve diçe.   Odeya Pîşesazî ya Stenbolê (ÎSO) encamên dema Endeksa Avhewaya Îxracatê ya Sektora Çêkirinê ya Tirkiyeyê ya meha Adara 2020’an aşkere kir. Li gorî danayên pakkirinên bandorên demsalî yên Odeya Pîşesazî ya Stenbolê Endeksa Avhewaya Îxracatê ya Sektora Çêkirinê ya Tirkiyeyê, ji ber şewba Kovîd-19’an di meha Adarê de bi ketinek hişk ber bi xirabbûnê ve diçe. Avhewaya îxracatê di meha Sibatê de ji sedî 50,4 û di meha Adarê de jî ji sedî 35,7 paşve ket.