Li Nisêbînê kesê di karantînayê de bû, jiyana xwe ji dest da 2020-04-08 13:05:33   MÊRDÎN - Li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê Mehmet Kok ê ji ber şewba vîrûsa koronayê di karantînayê de bû, jiyana xwe ji dest da.   Li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Nisêbên a Mêrdînê, Mehmet Kok ê 90 salî yê ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-90) di karantînayê de bû, duh bi şev jiyana xwe ji dest da. Kok ê hîna encama testa wî diyar ne bibû, heftiyeke bû li nexweşxanê dihat dermankirin. Cenazeyê Kok ji aliyê ekîbek taybet ve li gundê Arbetê hat definkirin. Ekîbê, destûr neda ku kes nêzî definkirina cenaze bibe. Piştî definkirinê, Xizmên Kok li ser gora wî dua xwendin.   ENCAMA TESTÊ NE DIYARE   Biraziyê Kok Nazim Kok, diyar kir ku hîna encama testa apê wî ne diyare û wiha axivî: “Derbarê encama testa apê min de hîna tu agahî nedane me. Dest pê kê gotin testa wî negatife. Dûre kirin beşa lezgîn û gotin dibe ku testa wî pozîtîf derkeve. Di beşa lezgîn de jiyana xwe ji dest da û dûre agahî dan me.”   Berê jî, ji ber gumana vîrûsa koronayê 2 kes li Qoserê, kesek li Midyadê û kesek jî, li Artûklû jiyana xwe ji dest dabûn.