Der bar Mizrakli de vê carê jî bi 'propandaya rêxistinê' dozek din 2020-04-09 09:03:04   AMED - Li Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" dozeke din jî hat vekirin.    Der barê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" dozek din jî hat vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê îdiname amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a 28'an a Enqereyê jî îdianame qebûl kir. Wê danişîna ewil a dozê di 12'ê Cotmehê de bê lidarxistin.    Mizrakli, gava parlementerê Amedê bû, di 5-15'ê Tebaxê de tev li 6 çalakiyên partiya xwe bûye û di vê navberê de jî li ser hesabê xwe yê tewîtterê hin pavekirin kirine. Tevlîbûna çalakiyan û parvekirinên Mizrakli sûc hatine hesibandin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" der barê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amed di Kanûna 2018'an de lêpirsîn dabû destpêkirin û der barê lêpirsînê de biryara neerkdayînê dabû û dosye ji Enqeryê re şandibû.    Parvekirinên Mizrakli yên der barê Ramîn Huseyîn Penahiyê ku Îranê ew bi dar ve kir, beşdarbûna şînekê, beşdarbûna daxuyaniya operasyona 9'Ê Cotmehê ya li ser HDP'ê, beşdarbûna konferansa 'Rojhilata Navîn û Çareseriya Neteweya Demokratîk' a HDP'ê û piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven sûc hatine hesibandin.    Her wiha berê jî Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê li se rîfadeyên Hîcran Berna Ayverdî ya îtiafkar bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal û 4 meh û 15 roja ceza li Mizrakli birîbû.    MA / Aydin Atay