Roberto Esposito: Divê ewil girtiyên siyasî werin berdan 2020-04-09 11:04:29   ENQERE – Feylesofê Îtalyanî Roberto Esposito diyar kir ku biyopolîtîka her tim berê xwe dide girtîgehan û got: “Heke li Tirkiyê girtî û hikumxwar werin berdan divê ewil girtiyên polîtîk werin berdan.”    Ramangerê hemdemî yê Îtalyanî Roberto Esposito ji ajansa me ya Mezopotamya re axivî û bal kişand ser pêvajoya vîrûsa koronayê ku jiyana biyolojîk û polîtîkayê girê dide hev.    Esposito diyar kir ku bi destpêkirin ango belavbûna vîrûsa koronayê re van rewşên em dibînin û tên serê me hemû biryarên rejîmên siyasî ber bi navendîbûnê ve daf dide. Esposito anî ziman ku ji niha şûn ve dê rewş çawa be û rewşa awarte wê çiqas dewam bike.    Esposito bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî yên kurd û ji ber fikr û ramanên xwe hatine girtin ku bi talûkeya koronayê rû bir û ne û got: “Biyopolîtîka wek ku di pirtuka “Zayîna Girtîgehê” ya Michel Foucault ku di xebatên wî ewil de hatiye nîşandan, biyopolîtîka her tim berê xwe daye girtîgehan û mehkûman yanî arasteyî wan bûye. Kontrol û cezakirin jestên resen ên biyoîqtîdarê ne. Ji bilî rewşa giştî rewşa li Tirkiyê nizanim. Di dewletek hiqûqî ya demokratîk de divê girtiyên siyasî tune bin. Aktîvîst, nivîskar, parêzer û her wekî din divê ne girtî bin. Çi dibe bila bibe heke valakirina girtîgehan an jî efûyek bibe mijara gotinê di şûna sûcdarên ji rêzê divê beriya her tiştî mehkûm ango girtiyên polîtîk werin berdan.”    MA / Eylul Denîz Yaşar