Nexweşê pençeşêre terkî mirinê kirin 2020-04-09 11:31:44   ÎZMÎR - Li Girtîgeha Odemişê nexweşê pençeşêrê Mehmet Salih Filiz, bi hinceta şewb heye ew neşandin nexweşxaneyê û derzî nekirin.    Şewba vîrûsa corona (Covid -19) ji bo hemû girtîyan talûkeyek mezin e. Wezareta Dadê li parêzer û malbatan hevdîtina bi girtiyan re qedexe kir, lê ji xeynî wê tedbîr negirt. Li Girtigeha Tîpa T a Odemişê ya Îzmirê girtiyên nexweş bi hinceta şewba vîrûsa corona heye wan nabin nexweşxaneyê. Girtiyê bi nexweşiya pençeşêrê Mehmet Salih Filiz (23), li gel diviya bû biçe nexweşxaneyê û derziya xwe li xwe bixe, bi hinceta şewbê ew nebirin nexweşxaneyê û derziya wî li wî nexistin. Mehmet Salîh Fîlîz, bi rêya telefonê agahî dan birayê xwe Şehmuz Fîlîz û ev agahî dan: "Divê ji her 14 rojan carekê derziyê li xwe bixim. Ez ji ber gelek nexweşiyan tême dermankirin. Ez ji ber nexweşiyên rovî û weremê tême dermankirin. Pençeşera rovîyan bi min re heye. Divê ez xwarina mamayê bixwim. Mixabin xwarina mamayê ji Ewropa tê. Niha bi hinceta vîrûsa corona heye vê xwarinê nadin min. Xwarina diyetê ya di kontrola bijîşk de nadin min. Di 7'ê Nîsanê de bijîşk ez dîtim. Got divê bi lez li nexweşxaneyê bê razandin. Li gel vê gotina bijîşk, yekîneyên Tenduristiyê yên girtîgehê dermanê min nadin min û min nabin nexweşxaneyê. Tenduristiya min her ku diçe xerab dibe."    Şehmûz Filiz jî anî ziman ku bi zanebûn birayê wî terkî mirinê dikin û wiha got: "Vîrûs li Tirkiye her roj belav dibe. Her ku diçe hêjmara kesên bi vîrûsê dimirin zêde dibin. Ne wî dibin nexweşxaneyê û ne li girtîgehê lê dinerin. Divê demek berî demekê rayedar wî serbest berdin. Birayê min terkî mirinê dikin ev sûc e."