5 kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin 2020-04-09 12:33:48   AMED – Li gundê Şawişa yê girêdayî navçeya Pasûra Amedê cenazeyên 5 kesên di teqîna dûh de jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin.   Li çoltera gundê Şawişa yê girêdayî navçeya Pasûra Amedê 5 kesên diçûn birîna daran û di rê de dema derbas dibûn, teqîn pêk hat û jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin. Ji bo Sedat Hazar (39), Burhan Tanrikulu (38), Ahmet Erboga (32), Alaattîn Yildiz (50) û Haci Akdenîz (50) li ber avahiya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî merasîm hat lidarxistin. Piştî merasîmê cenazeye pênc kesan bi wesayîtên cenaze birin navçeya Pasûrê û li goristana navçeyê veşartin.