Li Stenbolê di 20 dermanxaneyan de Covîd-19 hatiye tespîtkirin 2020-04-10 09:00:56 STENBOL - Serokê Odeya Dermangeran a Stenbolê Cenap Sarialîoglû, diyar kir ku li bajêr di xebatkarên nêzî 20 dermanxaneyan de vîrûsa coronayê hatiye tespîtkirin û got, dermangerek di rewşa entubeyê de ye û yên din jî li malê di akrantînayê de ne.  Li Tirkiyeyê heya niha 908 kes ji ber şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) mirine û hejmara kesên vîrûs di wan de hatiye tespîtkirin jî 42 hezar û 282 ye. Ligel vê blançoya ku her diçe girantir dibe, kesên di grûba herî xetere de ne jî xebatkarên tenduristiyê ne.    LI 20 DERMANFIROŞÎ COVÎD-19    Serokê Odeya Dermangeran a Stenbolê Cenap Sarialîoglû, diyar kir ku li bajêr di xebatkarên nêzî 20 dermanxaneyan de Covîd-19 hatiye tespîtkirin. Sarialîoglû, anî ziman ku di nav van kesan de dermanger jî hene. Her wiha Sarialîoglû, da zanîn ku ji van kesan dermangerek di rewşa entubeyê de ye û li nexweşxaneyê tê tedawîkirin.    Sarialîoglû, diyar kir ku dermanger û xebatkarên din ên testên wan pozîtîf derketine jî li malê di karantînayê de ne û got, dermanxaneyên xebatkarên wan bi şewbê ketine hê jî dişixulin. Sarialîoglû, anî ziman ku daneyên di dest xwe de tim bi Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr re parve dikin û ji bo van dermanxaneyên navbirî jî got: "Heger di xebatkar de pirsgirêk hene, ew tê karantînakirin. Lê heger di dermanger de tunebe ew dermanxane wê vekirîbe. Na, di dermnager de pirsgirêk hene wê çaxê midûrê mesûl an jî dermangerê cîgir dişixule. Heger her du jît unebin, nexwe divê ew dermanxane bê girtin."    TEVDÎRÊN ŞEXSÎ BI KÊR NEHATIN    Sarialîoglû, bal kişand ser tevdîrên ku hikûmet digire û got, tevdîrên hikûmetê kêm in û ew dermanxane bi awayekî şexsî tevdîrên xwe digirin, lê belê ji dîmena heyî jî diyar e ku ev yek bi kêr nayê. Sarialîoglû, destnîşan kir ku ji bo dermager û xebatkaran tidarika kincên parastinê dikin û got: "Her ku şewb zêde dibe em dermanger jî nesîbê xwe jê digirin. Lê mixabin ev tevdîrên me têr nakin."    Sarialîoglû, anî ziman ku kîjan nexweş ji nexweşxaneyê derdikeve tê dermanxaneyê û dermanan dikire û got: "Lê em ji ber divêtiyeke pîşeya xwe mecbûr in vê xizmetê bikin û şansekî me yê wiha tuneye ku em ji nexweşan re bêjin neyên dermanxaneyên me. Ji ber ku em di gûrba rîskê de ne, mixabin wê hin hevalên me yên din jî pê bikevin. Heta ji me tê em xwe j temasê dûr dixin û hin tevdîran digirin."    MA / Îdrîs Sayilgan