Bi helandina berfê re girên çopê derketin holê 2020-04-10 09:00:57 WAN – Li navçeya Tûrbayê, çopên ku li qeraxê Gola Sixkê hatine valakirin, bi helandina berfê re derketin holê. Li gel vîrûsa koronayê jî çop nayên berhevkirin û bi bayê re dikevin hundirê malan. Li navçeya Tûrbayê ya Wanê, çopên ku mehên sivistanê li qeraxê Gola Sixkê hatine valakirin, bi helandina berfê re derketin holê. Çopên ku rengê giran girtine, bûne cihê kûçik û qaqlîbazan. Li hin devaran zarok jî di nav vam girên çopê de dilîzin. Li gel vîrûsa koronayê jî girên çopê nayên hilweşandin û berhevkirin û bi bayê re dikevin hundirê malan.   BI QAMYONAN VALA DIKIN   Welatiyê bi navê Lokman Zorlû yê ji taxa Sixkê ya herî nêzî golê, diyar kir ku mehên zivistanê çopa tevahiya bajar bi qamyonan li qeraxê golê tê valakirin û wiha got: “Di vê dema ku nexweşiyên şovbayê hene de çop dibin sedema nexweşiyan. Sewal û zarokên me dikevin navê. Rojên bi ba çop hata nav malên me jî tê. Divê rayedar mudaxaleyî çopê bikin. Gelek pîs bîn dide. Nexwşên me hene. Mehên havînê em ji ber bîna çopê gelek zehmetî dikişînin.”   ‘EM DI NAV ÇOPÊ DE DIJÎN’   Zorlû, destnîşan kir ku ji bo çopê serî li şaredariyê daye û şaredariyê jê re gotiye ku ji ber berf gelek bûye çop bi berfê re hatine û wiha got: “Em destûr nadin ku kes li vir çopê vala bike. Lê dema ku şaredarî çopê tîne em nikarin tiştekî bibêjin. Zarokên me di nav çopê de dilîzin. Nêzî vir bendavek heye, zarokên me diçin dikevin vê bendavê. Em di nav çopê de dijîn. Bi taybetî rojên ba em nikarin paceyên xwe vekin. Hemû çop ber bi malên me tên.”   MA / Barış Donmez - Mesût Bagci