Ev gund xwe bi xwe tevdîrên xwe girtine 2020-04-10 09:01:08 MÊRDÎN - Li Nisêbînê gundekî xwe bi xwe tevdîrên xwe girtine. Çûnhatina derve hatiye qedexekirin, mesafeya civakiyî mecbûrî ye û pêdivî bi awayekî pevreyî tên peydakirin.  Gundê Marînê yê Nisêbîna Mêrdînê, li dijî şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) xw ebi xwe tevdîrên xwe girtine. Li vî gundê ku 200 kes lê dijîn, ketin û derketina gund hatiye qedexekirin.    RUHEKÎ PEVREYΠ   Şêniyên taxê ji bo pêdiviyên xwe yên sereke tenê ji heftê çend roj diyar kirine û di van rojan de ciwanan dişînin navçeyê û pêdiviyên xwe peyda dikin. Ciwan li gor lîsteya ku malbat amade dikin pêdiviyan peyda dikin û gava vedigerin jî tiştên stendine li taxê belav dikin. Her wiha gava derdikevin nav gund jî mesafeya civakiyî esas digirin.    Welatiyan malbateke ku du hefte berê ji Stenbolê hatibû xistine karantînayê. Di dema karantînayê de pêdiviyên malbatê jî bi awayekî pevreyî (kolektîf) hatin peyda kirine. Dema karantînayê ya malbatê duh bi adwî bûye, lê belê di tu ferdekî malbatê de jî şaneyeke şewbê xwe nedaye der.    Her wiha hat ragihandin ku xebatkarekî tenduristiyê yê ji gund lê belê li nexweşxaneya navçeyê dixebite, piştî şewb belav bûye nehatiye gund û li navçeyê ji xwe re xaniyek kirê kiriye û li wir dimîne.    MALBATA HAT KARANTÎNAKIRIN   Katîba Ûfak (53) ku ji Stenbolê hatibû du hefteyan li mala şînê ya gund di karantînayê de maye. Ûfak, anî ziman ku li paqijiya xwe miqate ne û xwest rojek berî rojekê çareyek ji vê şewbê re bê dîtin. Ûfak, diyar kir ku di dema karantînayê de bi tu şêniyên gund re pêwendî daneniye.    NAYÊN CEM HEV    Hayat Dînç (50) jî anî ziman ku ji ber şewbê êdî nêzî hev nabin û got, mesafeya civakiyî esas digirin. Dînç, diyar kir ku êdî kes naçe mêvandriya jî û got: "Hem ji bo em xwe biparêzin hem jî ji bo ên nêzî xwe biparêzin em nayên cem hev du. Di nav rojê de em carê du sê kes pev re li nav gund du-sê saetan digerin. Dema pev re dertên jî em mesafeyê esas digirin. Bi qasî em dikarin em sporê dikin. Bi taybetî jî em li xwarina xwe miqate ne."    Her wiha li gund kesên di înşaeta xaniyan de dişixulîn jî karê xwe dane sekinandin û di çarçoveya îzolasyona civakiyî de gund bi tevahî kirine karantînayê.    MA / Omer Akin