Bavê ku 4 zarokên wî girtî: Girtîgehan bikin nexweşxane 2020-04-10 10:00:47   MÊRDÎN – Abdulkadîr Çalhan ku 4 zarokên wî di girtîgehê de ne, got: "Bira girtî bên berdan û girtîgehan bikin nexweşxane."   Li meclîsê hevdîtinên der barê pêşnûmaya qanûnê ya înfazê de didomin. Di pêşnûmaya heyî de girtiyên siyasî tunene û ev yek fikarên malbatan zêde dikin.   ‘MA EV MIROVATÎ YE?'   Abdulkadîr Çalhan (50), anî ziman ku vîrûsa coronayê cihêkariyê nake û wê bandorê li girtiyan hemûyan bike û xwest rêgeza wekheviyê pêk bê.   4 zarokên Çalhan girtîne; Bunyamîn Çalhan (26), 12 sal ceza lê hatiye birîn û 5 sal in di Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Xapêtê de ye; Mahsûn Çalhan (30), 18 sal ceza lê hatiye birîn û 4 sal in di Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê de ye; Sînan Çalhan (249 21 sal ceza lê hatiye birîn û 5 sal in di Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kandirayê de ye; Levent Çalhan jî ji ber bûyereke edlî saleke di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de ye û meh û nîvek din wê cezayê wî biqede.   Bav Çalhan, destnîşan kir ku wê bi qanûna tê amadekirin diz, kujer û tecawizkar bên berdan û got: "Mixabin wê bi hezaran girtiyên siyasî yên ji ber fikrên xwe girtîne neyên berdan. Ma ev mirovatî ye. Niha 4 zarokên min di girtîgehê de ne. Her yek ji wan li bajarekî ye û em nikarin biçin cem wan. Tenê em bi telefonê bi hev re diaxivin. Em dixwazin bi vê qanûnê re ew jî bên berdan."   ‘GIRTÎGEHAN BIKIN NEXWEŞXANE'   Çalhan, bal kişand ser du nexweşxaneyên ku dê nû li Stenbolê bên çêkirin û got: "Wê bi qattrilyonan pereyan ji bo wan xerc bikin. Lê ji dêvla wê bira girtiyan hemûyan berdin û girtîgehan bikin nexweşxane. Bira pereyê ji bo nexweşxaneyan tên xerckirin jî li gel belav bikin."   Bav Çalhan, bang li Wezareta Dadê kir ku bira cihêkariyê neke û rojek berî rojekê girtiyan hemûyan berde.