Hevserokê HDP’ê Ceylan: Me 3 hezar malbat diyar kirin 2020-04-10 10:01:45   AMED - Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyyat Ceylan, diyar kir ku wan di çarçoveya kampanya Malbatên Xwişk û Bira de heta niha 3 hezar malbat diyar kirine û wiha got: “Em ê xweşikiyên xwe yên berê û rumeta mirovahiyê îro teqez têxin meriyetê."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji ber şewba vîrûsa corona (Covid-19), ji bo alîkarî û piştevaniya malbatên xizan dest bi kampanya "Malbatên Xwişk û Bira" kirin. Ev kampanya HDP'ê li gelek bajaran belav dibe û fireh dibe. Li Amedê jî di çarçoveya kampanyayê de heta niha 3 hezar malbat hatin diyarkirin. Têkildarî kampanya û xebatên kampanyayê Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan nirxandin kir. Ceylan, anî ziman ku vê kampanya wan li ser malbatan bandorek erênî çêkiriye û wiha got: "Bi vê kampanyayê malbat dibînin ku ne bitenê ne. Dibînin ku rêxistin û mekanizmaya li wan difikire heye. Bi vê yekê kêfxweş dibin û bertekên erênî nîşan didin. Armanca me eme ku pêdivîyên bi van kampanyayan çênebin. Em naxwazin civak bi van qeyranan re rû bi bimînin. Ji bo vê yekê wekî partî jî em berpirsiyariyê digirin ser xwe. Em wekî partî hewl didin ku di aliyê maddî û manevî de bibin bersîeva daxwazên civaka xwe."    Ceylan, anî ziman ku bêyî cudakariyê têxin nava malbatan, hewl didin ku hemû malbatên pêdiviya wan heye alîkariyê bidin wan û wiha axivî: "Heta niha gelek kes, rêxistin û sazî hene ku dixwazin piştgiriyê bidin kampanyayê.  Em bêyî bipirsin ev kîne? Deng daye HDP'ê ya na? Em bêyî cûdakariyê têxin navbera wan em hewl didin ku dest dirêjî malbatên pêdiviya wan pê heye bikin. Em dixwazin li gorî edalet, wîcdanî û ehleqî alîkariyê bidin mirovan. Em malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye tespît dikin. Heta niha me 3 hezar malbat tespît kirine. Em ê li gorî pêdiviya lezgîn hewl bidin destê alîkarî û piştevaniyê dirêjî wan bikin. Niha sazî û rêxistinên me pakêtên zexîre ava kirine. Çend rojin em van pakêtên zexîreyan belav dikin. Heta niha me bi hezaran pakêtên zexîreyan belav kirin."    Ceylan, li ser rêbazê belavkirina pakêtên alîkariyê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: "Em xwe digînin malbatan. Eger derfetên malbatnan hebe werin pakêta zexîre bibin, em li wan digerin û ew tên bi xwe pakêta xwe dibin û diçin. Eger ku derfetên wan ên werin pakêta zexîre bibin tune be jî em bi xwe pakêtan digînin destê wan. Em ê di nava 3 hezar malbatan de berê yên bi lez pêdiviya wan heye destê piştevaniyê dirêjî wan bikin. Di nava 3 hezar malbatan de beyî em cudakariyê bikin yê berê pêdiviya wan heye em ê destê piştevaniyê dirêjî wan bikin. Li gorî rewşa lezgîn emê alîkarî bikin. Em li vir malbatan diginin hev. Malbatên dikarin alîkariyê bikin tespît dikin û malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye tespît dikin. Em malbatan li vir digînin hev. Em di navbera malbatan de dibin pir.    'DEM DEMA CÎRANTIYÊ YE'    Ceylan, heri dawî anî ziman ku dem dema cîrantiyê ye û xwest hemû cîran li hev xwedî derkevin û destê alîkarî û piştevaniyê dirêjî hev bikin. Ceylan, da zanîn ku ew dê wan rojên xweş û xweşikahiyên paşerojê ji nûve têxin meriyetê rûmeta mirovahiyê bi ruh bikin.    MA / Mehmet Şah Oruç