Prof. Dr. Hamzaoglû: Pergala tenduristiyê têk çûye 2020-04-10 10:05:02   NAVENDA NÛÇEYAN – Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû destnîşan kir ku xizmeta tenduristiyê ya hatiye asta sekinandinê û got: “Pergala derzî, şopandina ducanî têk çûye. Wê rêbazên dermankirina berê zêde bibe. Yanî divê ji bo dermankirina her cûre nexweşên din din nexweşxane werin hazirkirin.”    Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû yê akademîsyen û pisporê tenduristiya gel di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de ji ajansa me re axivî û behsa polîtîkayên tenduristiyê kir.    Hamzaoglû diyar kir ku li tevahiya cîhanê bi neoliberalizmê re polîtîkaya xizmeta tenduristiyê ne li gorî xelkê tê kirin û pişt re xizmeta tenduristiyê veguherandin sektorên taybet. Hamzoglû da zanîn ku ev polîtîka tenduristiyê di salên 90’î de dest pê kirin û got: “Bi hatina hikumeta AKP’ê re ev polîtîkayên tenduristiyê di hezîrana 2003an de wek “Programa di tenduristiyê de veguherandin’ hat weşandin. Piştî ku ev ket meriyetê sektora nexweşxaneyên taybet jî zêde bû. Xizmetên tenduristiyê yên asta ewil (Birinci basamak saglik hizmetleri) heta wê deme bingeha herêmê bû. Yanî xizmet didan ên bajaran jî û gundan jî. Ji her kesî re xizmet dihat kirin. Nifûsa herêmê nedihat piştguhkirin. Yanî ew pergala berê li gorî niha baştir bû. Lê bi vê pergala tenduristiyê ya AKP’ê re bi propagandaya ‘azadiya hilbijartina hekîm’ xizmeta ji bo herêmê hatin belavkirin û li şûna wê pergala rasterast a bingeha lîsteyê anîn. Mînak ferdên malbetekê dikarin li hekîmên malbatan ên cuda cuda qeyd bibin. Yanî pergalek wiha derket holê. Dema wisa be jî pirsa li vê kuçeyê li vê taxê kî nexweş e jî nema. Êdî pergalek ku bersiva pirsa ‘Teşhîsa Kovid-19 hat danîn’ bide nîne.”    'DIVÊ JI BO NEXWEŞÊN DIN XIZMET WERE KIRIN'    Hamzaoglû da zanîn ku pêvajoya destpêkê ya ewil a li dijî koronayê gelek girîng e û lê di roja îro de civak ango xelk bi awayê dixwaze nikare sûd ji vê xizmeta tenduristiyê werbigire. Hamzaoglû anî ziman ku di pêvajoyek wiha de civak ditirse ku biçe nexweşxaneyan tedawî bibîne ango xizmeta tenduristiyê bibîne û wiha got: “Mesele heke jinek ducanî ji bo welidandinê biçe nexweşxaneyê, lê ji bo koronayê neçar in wê hildin ewlehiyê. Her çiqas hûn bêjin li wir tevdîr hatine girtin jî însan ewqas hatine tirsandin, ji ber wê jî rîskê qebûl nakin. Divê Wezareta Tenduristiyê li gorî nifûsa her bajarî xizmeta tenduristiyê organîze bikira. Bi taybetî jî divê nexweşxaneyên nexweşînên ji bilî koronayê divê ji bo her cûre nexweşînên din ango nexweşên din hazir bikira. Lê mixabin ev nehatiye kirin. Dema mesele wisa be xelk jî ditirse biçe nexweşxaneyan. Yanî rêbazên gelek salên bere ku xelkê dikir wê bixin meriyete. Mesele mîna berê ku jinên ducanî dema diwelidîn nedibirin nexweşxaneyan pîrikan wan baş dikir. Dibe ku dîsa rîskek wiha bikeve dewrê. Yanî heke ev nexweşîna koronayê dewam bike û ku nexweşxane wiha bin, wê ev rîska ji bo welidandinê jî zêde bibe û ji bo tenduristiya zarok û dayikê jî rîsk zêde bibe. Ji bo di vî warî de tiştek nebe û pêşiya vê yekê were girtin divê tevdîr gelek werin girtin.”    ‘DIVÊ GARANTÎ JI PENABERAN BÊ DAYÎN’   Hamzaoglu, da zanîn ku hejmara TC dan beşek penaberan û wiha got: “Ez tenê ji bo koçberên ji Sûriyeyê hatine dibêjim. Lê bi tiştên niha tên jiyîn re, gelek sazî, komele û rêxistinên sivîl deriyên xwe girtin. Ji ber vê yeke alîkariyên civakî, aborî û piştevaniya civakî ya ji bo wan dihat dayîn ber bi xilasbûnê ve diçe. Penaberên ne qeydkir jî, fikara ‘ger ez biçim nexweşxanê wê min der sînor bikin’ dijîn. Ji ber vê nikarin biçin nexweşxaneyan. Ev rîskek pir mezine. Ji ber vê divê hikûmet raste rast alîkariya penaberan bike û garantiya ku wê derbarê wan de tu lêpirsînan vekene, bide penaberan. Ji bo ku em pêşiya rîskên pêşiya jiyana penaberan asteng bikin divê ev bê kirin.”   ‘JI MIROVAN DERBASÎ MIROVAN DIBE’   Hamzaoglu, bal kişand ser şewbên di salên derbas bûyî de derketin û wiha pê de çû: “Ji dîrokê bigirin heye roja me ya îro şewbeyên derketine, ji ber nêzîkatiyên kapîtalîzmê yên li dijî mirov û xwezayêne. Piştî polîtîkayên neolîberal, ji ber ku mirov weke mirovan, heywan weke heywanan û nebata weke nebatan nekarin bijîn em van tiştan dijîn. Weke tê zanîn krîza piştî salên 70’iyan a pergalê, li welatên kapîtalîst ên navendî û heya meha Tîrmaha sala 2007’an de li Mortgage ya DYA’yê hat dîtin. Ji wê demê û heya niha aborî sererast ne bûye. Resesyon hîna jî dewam dike. Mixabin berdêla vê yeke hilberîner didin. Tabloyek wiha heye. Ji ber ku xwezaya her tiştî hatiye berevajî kirin, vîrûsa ku tenê di heywanan de hebû, niha ji heywanan derbasî mirovan bûye û ji mirovan jî derbasî mirovan dibe. Li Sarsê wiha bû, li Mersê wiha bû û di şewba beraz de jî wiha bû. Niha jî weke şewba nû Kovîd-19 derket pêşberî me. Wisan xuya dike ku Kovîd-19 ji heywanan derbasî mirovan bûye. Ev jî carek din rastiya ku her tişt ji cewhera wê hatiye derxistin, derdikev pêşberî me. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji sala 2009 heya 2020’an ve cara şeşemîne rewşa lezgîn îlan dike. Wisan xuya dike ku hinçetên îlankirina rewşa lezgîn wê di demên pêş de zêdetir bibe. Ji ber vê ev rewş wê di hişmendiya mirovan de heya demek dirêj bê nîqaşkirin. Lê ev nîqaş wê bi tena serê xwe tu tiştî neguherîne. Pêwîstî bi têkoşînek cînî ya bi xizan, bindest û hilberîneran heye. Pêdivî bi têkoşîna van beşan heye.”   ‘PÊDIVÎ BI TÊKOŞÎNA CÎNAYETIYÊ HEYE’   Dr. Hamzaoglu, qala guhertina pergalê kir û wiha bilêv kir: “Ji bo ku civakek wekhev derbikeve holê divê pergal bê guhertin. Hemû dewlemendiyên di cîhanê de têra me hemûyan dikin. Lazime ku jiyanek wekhev bê hedef kirin. Bêguman ji ber xwe ve, ev pêk nayê. Evê bi têkoşîna cînî pêş bikeve. Ger têkoşîna cînî pêş bikeve wê guhertin çêbên. Wê demê em dikarin bi hêvî bibin. Ger têkoşîn û guhertin pêş nekeve, wê deme dê her tişt ji bere xirabtir bibe.”   ‘YA GIRÎNG PIŞTEVANÎ Û RÊXISTINBÛYÎNE’   Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, piştevanî bibîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê demê de piştevanî pir girîng e. Divê piştevanî bê birêxistinkirin. Lazime ku em tu kesî bi tenê nehên. Ger em tevnên piştevaniyê berfireh bikin û bi vê tevna piştevaniyê re pêdiviyan pêşwazî bikin, emê karibin vê demê wisan derbas bikin. Ya girîng piştevanî û rêxistinbûyîn…”     MA / Sedat Yilmaz