Hasîp Kaplan: Îqtidarê dixwaze cezayê muxalifan hîn bêtir zêde bike 2020-04-10 10:20:19   STENBOL – Parlementerê HDP'ê yê berê Hasîp Kaplan, ji bo pêşnûmaya qanûna înfazê ku li meclîsê hevdîtinên ji bo wê didomin anî ziman ku li dijî qanûna bingehîn û tuzuka hundirîn e û got: "Îqtidar ji bo alîgirên xw efûyê derdixe, lê hewl dide cezayê muxalifên siyasî jî hîn bêtir zêde bike."   Li meclîsê hevdîtinên ji bo pêşnûmaya qanûna înfazê didomin. Parlementerê HDP'ê yê berê Hasîp Kaplan, destnîşan kir ku sererastkirina tê kirin li dijû qanûna bingehîn û tuzuka hundirîn e û got, îqtidar xwîndariyê dike.   'CIHÊKARIYÊ DIKIN'   Kaplan, beyanên AKP-MHP'ê yên bi hinceta vîrûsa coronayê divê girtîgeh bên valakirin bibîr xistin û got: "Di Qanûna Bingehîn de ji bo 'efûyek taybet' pêdivî dengek biwesfdar heye. Loma di qanûnê de hîle kirin, birin û anîn û niha kêmkirina ceza, berdana bişertî pêşniyar dikin. Lê belê ên ji ber fikrên xwe girtîne, yanî girtiyên siyasî wekî 'terorîst' tên binavkirin û derî vê qanûnê tên hiştin. Ev li dijî xala 10'an a Qanûna Bingehîn, li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME), Neteweyên yekbûyî û Peymana Mafên Siyasî ye. Cihêkariyê dikin. Bi taybetî jî ji bo parlementerên kurd, şaredar, siyasetmedar sûdê jê negirin cihêkariyê dikin. Her wiha di hin sûcan de jî ceza zêde dikin."   ‘WÊ BIBE SEDEMA BERTEKÊN MEZIN'   Kaplan, destnîşan kir ku ev sererastkirin li dijî qanûna bingehîn, qanûnan û tuzuka hundirîn e û got, wê ev bibe sedema pevçûnên civakiyî û peqînên civakiyî yên mezin. Kaplan, diyar kir ku îqtidar guh nade bangawaziyên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) ên ji bo berdana girtiyan û got: "Di 'Peymana Cêwiyî' ya NY'yê de qedexeya cihêkariyê heye. Li gor evana tev nagerin. Heger CHP di warê wekheviyê de vê yekê bişîne Dadgeha Qanûna Bingehîn jî wê di aleyha siyasetmedarên kurd de biryar bên girtin. Me di 'Efûya Rahşanê' de ev yek dît. Lê dîsa jî divê mirov li dijî evana bitêkoşe. Kesên mexdûr divê hemû serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn, li DMME û Komîsyona Mafên Mirovan a NY'yê bide."   ‘XWÎNDARIYÊ DIKE'   Kaplan, destnîşan kir ku îqtidar li dijî girtiyên siyasî yên muxalif "hiqûqa dijminatiyê' pêk tîne û got: "Îtidar xwîndariyeke siyasî dike. SelahattîN Demîrtaş di nav de ji bo gelek siyasetmedraan biryara berdanê hat girtin, lê bi fermanê lêpirsînên nû hatin destpêkirin û cardin hatin girtin. Fîgen Yuksekdag, Osman Kavala, Ahmet Altan û gelek mînakên din. Wê di vê qanûnan nû de bi taybetî jî ji bo siyasetmedarên kurd û muxalif sûdê ji hin mafan negirin wê mafên wan asteng bikin. Îqtidara nû ji bo alîgirên xwe efûyê çêdike û dixwaze cezayê muxalifên siyasî jî zêdetir bike."   Herî dawî Kaplan, destnîşan kir ku pêşnûmaya qanûna înfazê ya nû hem li dijî hiqûqê ye hem jî li dijî wijdan û ehlaqê ye û got: "Ên li dijî dewletê sûc kirine wê di girtîgehan de li hemberî vîrûsa coronayê bêparastin bin hiştin. Mafên wan ê jiyanê di xetereyê de ye."   MA / Ferhat Çelîk