Durmuş: Em ne bi çekan, bi piştevaniyê dikarin şewba corona têk bibin 2020-04-10 10:47:29   ENQERE - Aborînas û Polîtîkvan Mustafa Dûrmuş, diyar kir ku di vê pêvajoya tekoşîna bi şewbê re, hikûmet bi zanebûn zimanê şer pêş dixe û wiha got: "Zimanê şer rê li pêş piştevaniya herêmî digire. Kesên di nava piştevaniyê de divê zimanê zanistî û mirovî pêş bixin. Em ne bi zimanê şer, bi zimanê piştevaniyê dikarin şewbê têk bibin.    Vîrûsa corona (Covid-19) saet bi saet li tevahiya cîhanê belav dibe. Heta niha li cîhanê 94 hezar kesan bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 1 milyonek û 584 hezar kes jî bi şewba vîrûsê ketine. Li Tirkiyeyê jî zêdeyî 42 hezar û 282 kes bi vîrûsê ketine û 908 kes jî bi vîrûsê mirin. Di vê pêvajoya ku her kes li dijî vîrûsê têbikoşe de dîza hêzên serdest zimanê şer û aboriya şer derdixin pêş. Serokê DYA Donald Trump tedbîrên civakî û aborî wekî "Zagonên şer" pênase kir. Serokê AKP’ê û Serokomar Tayyip Erdogan jî Fermanên Tekalif-î Mîlliye yên sala 1921'an a Serdema Şerê Rizgariyê bibîr xist û ji welatiyan xwest alîkariya dewletê bikin.   Li ser van daxuyaniyan di çapemeniyê de jî gotinên “Em bi vîrûsê re şer dikin", “Vîrûsê hemû cîhan dorpêç kir", “Mekanîzmaya parastinê ya vicûdê me ya li dijî vîrûsê" û “Mertalê îstîkrara aborî" derketin pêş.    Têkildarî polîtîkayên şer û zimanê şer  Aborînas û Polîtîkvan Mustafa Dûrmuş, diyar kir ku di vê pêvajoya tekoşîna bi şewbê re, hikûmet bi zanebûn zimanê şer pêş dixe û wiha got: "Zimanê şer rê li pêş piştevaniya herêmî digire. Kesên di nava piştevaniyê de divê zimanê zanistî û mirovî pêş bixin. Em ne bi zimanê şer, bi zimanê piştevaniyê dikarin şewbê têk bibin."    Durmuş, anî ziman ku li dijî şewbê pêşxistina zimanê şer ne tesadufî ye û wiha got: "Vî zimanî bi zanebûn hildibijêrin. Zimanê bi vî rengî avabûna dewleta navendîparêz nîşan dide. Dîsa hîyarerşiya militarist derdixe pêş. Zimanê Serokê DYA Trump şer rewa dike. Helwesta xwe ya militarist rewa dike. Dixwazin bi vî rengî mirov bi hêsanî dest ji azadiyê berdin."       Durmuş, da zanîn ku hêzên otorîter rewşê wisa ji bo xwe dikin amûr û dixwazin xwe wekî lehengekî bidin xuyakirin. Zimanê şer dewletên navendî û militarist xurt dike, lê piştevaniya herêmî perçe dike. Ger ku em bixwazin vê şewbê têk bibin divê em piştevanî û parvekirina herêmî xurt bikin. Têkoşîna li dijî vê şewbê bi piştevaniya herêmî pêkan e. Di rewşê wisan de divê rêxistinên taxan û rêveberiyên herêmî bêne xurtkirin. Pêdivî bi zimanê yekpare û avaker heye."     MA / Selman Guzelyuz