Emniyetê ji malbatê re gotiye: Bûyerê mezin û belav nekin 2020-04-10 11:59:09   DERSIM – Cenazeyê Esma Kiliçaslan a winda bûbû û di Bendava Uzunçayir a Dersimê de hatibû dîtin. Malbat piştî du hefteyan ku keça wan winda bûbû çûye ku ji bo windabûnê serî li emniyetê bidin û polîsan ji wan re gotiye “Bûyerê zêde mezin nekin û belav nekin.”    Çawişê pispor Yilmaz Guneş (36) dema di 17’ê adarê de li ser Çemê Mûnzûrê rafting dikir bi avê re çûbû û qeyika wî qelibîbû û fetisî. Wextê lêgerîn çawişê pispor de li texma gundê Aşagitarlacik du roj bere cenazeye jinekê hatibû dîtin. Piştî lêkolîna hat kirin, diyar bû ku cenaze aîdî Esma Kiliçarslan (28) ku di 11’ê adarê de li navçeya Xozatê winda bûbû ye. Lêpirsîna derbarê bûyerê de didome. Derket holê ku piştî windabûna Kiliçarslan du hefte şûn de serî li Emniyeta Xozatê hatiye xistin. Xizmên Kiliçarslan bal dikişînin ser xemsariya bûyerê.    EMNIYETÊ NEXWESTIYE KU BÛYER WERE BIHÎSTIN    Xizmên Kiliçarslan diyar kirin ku malbatê du hefteya serlêdan nekiriye û gotin: “Dayika wê piştî du hefteyan diçe serî li emniyetê dide. Polîsan ji malbatê xwestiye ku bûyerê mezin nekin û belav nekin. Jixwe di lêgerînê de jî xebatek ango hewldanek berfireh nehatiye kirin. Xemsariyek di vir de heye. Piştî serlêdanê jî têkildarî lêgerînê tu agahî nedan me. Herî dawî li ku dîtine jî em nizanin.”    'ESMA NE KESEK WISA BÛ KU ÎNTÎHAR BIKE’    Xizmên Kiliçarslan da zanîn ku dema ji bo eskerek bi avê re çûye lêgerîn tê kirin cenazeyê Esma Kiliçarslan hatiye dîtin û gotin: “Otopsiya wê bi hênceta vîrûsê nayê kirin. Lê belê Esma ne însanek wisa bû întîhar bike. Em jî nizanin mesele çi ye. Bûyer bi temamî ne di zelaliyekê de ye. Em dixwazin bûyer were ronîkirin.”    MALBATÊ NEXWESTIYE BARO DAXILÎ DOZÊ BIBE    Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn jî diyar kir ku ji ber malbatê nexwestiye daxilî mijarê nebûne. Çetîn da zanîn ku ew çûne şîna Kiliçarslan û piştî şînê dê bi berfirehî bûyerê lêkolîn bikin.