Gunay: Em bi hevre rê li pêş zagona mirinê bigirin 2020-04-10 12:02:51 AMED - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, bal kişand ser zagona înfazê û diyar kir ku aşkere xuya ye ku îqtîdar bi vê zagonê dixwaze hevkarên xwe serbest berde û siyasetmedaran jî di girtîgehê de bihêle û wan terkî mirinê bike. Gunay anî ziman ku ew vê zagonê wekî zagona mirinê pênase dikin û got: "Ne zagona mirinê em zagona jiyanê têxin meriyetê. Em bi hevre rê li pêş zagona mirinê bigirin."    Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan Ebrû Gunay, têkildarî geşedanên di nava hefteyê de li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, ewil bal kişan ser şewba vîrûsa corona ku li Tirkiye û cîhanê belav dibe û wiha got: "Mixabin ev şewb hemû cîhanê û Tirkiye tehdît dike û vê tehdîtê berdewam dike. Lê mixabin li Tirkiye tedbîr li gorî vê talûkeyê pêş nakevin. Mixabin rastiya îqtîdara ku her roj bi zagonên pêtir pêvajoyê xera dike heye. Îxtîdar rastiyê der barê şewbê de zelal û aşkere parve nake. Dema em li rastiyê dinerin wekî Îtalya bi lez belav dibe."    'RASTIYÊ JI GEL VEDIŞÊRIN'   Gunay, anî ziman ku îqtîdar rastiya nexweşiyê ji gel vedişêre û wiha got: "Mixabin îqtîdar û wezîr vê rastiyê ji civakê vedişêrin. Çima îqtîdar hêjmara miriyan û nexweşên bi şewbê ketine ji civakê vedişêre? Sedem pir aşkere ye. Îqtîdara AKP û MHP'ê dixwaze bi vê yekê çîrokek sexte ya serkeftinê pêş bixe. Mixabin bi vê çîroka sexte di nava civakê de şikandinek mezin çêdike."    Gunay, bal kişand ser rewşa karkeran jî û wiha berdewam kir: "Di vê pêvajoyê de karker nayên parastin û karkerên neçar in kar bikin. Ji ber karker neçarî kar dimînin bi talûkeya vîrûsê re rû bi rû ne."  Gunay, da zanînku bi van polîtîkayan rê li pêş mirin û zêdebûna şewbê nayê girtin û wiha got: "Bi polîtîkayên civakî û pitevaniyê rê li pêş van mirinan tê girtin. Divê piştevaniya welatiyan bê kirin ku mirov ji malên xwe dernekevin."    'EV ZAGONA MIRINÊ YE'    Gunay, bal kişan ser xala înfazê û wiha got: "Li girtîgehan girtî nikarin xwe biparêzin. Di rewşa ku malzeme û amûrên paqijî û hîjeniyê nedin girtiyan girtî nikarin xwe biparêzin. Di rewşa ku li derve welatî nikaribin xwe ji vê nexweşiyê biparêzin, girtî dê çawa xwe biparêzin. Mixabin ji duh ve agahiyên girtiyên bi vîrûsê hatin. Duh li girtîgehan girtiyekî bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Ev yek bêtir malbatan dixe nava fikaran. Berpirsiyarê vê yekê hikûmet."      'DERDÊ HIKÛMETÊ HEVKARÊN XWE SERBEST BERDIN E'   Gunay, bal kişand ser armanca îqtîdarê ya têkildarî zagonê û wiha pêde çû: "Me di niqaşên ku li meclîsê tê kirin de dît ku derdê îqtîdarê ewe kesên li hemberî civakê sûc kirine serbest berdin. Hevkarên xwe berdin û kesên ji ber fikrên xwe û siyasetê hatine gritin wan li girtîgehan terkî mirinê bikin. Divê hemû civak zanibe ku ev zagona înfaza mirinê ye. Ev zagona înfaza mirinê ye. Bi vê zagonê tevê hevkarên xwe efû dikin û kesên ji siyasetê tên darizandin wan di girtîgehê de dihêlin û wan terkî mirinê dikin. Li gorî Destûra Bingehîn her kes li hemberî qanûnan wek hevin. Lê ev pêşnûma raste rast li dijî rêgeza wekheviya Destûra Bingehîn e."     'EM BI HEVRE RÊ LI PÊŞ ZAGONA MIRINÊ BIGIRIN'   Gunay, da zanîn ku ger AKP'ê bi vê zagona înfazê rêgeza wekheviyê esas girtibûya dê cudakariya di nava civakê de ji holê rakibûya û wiha lê zêde kir: "Lê AKP'ê ev yek nekir. Em dîsa dibêjin hêj ne dereng e. Dikarin dîsa li gorî rêgeza wekheviyê vê zagonê saz bikin. Lê AKP vê yekê nake. Di vê zagona înfazêde hin xalên veşartî ku mafê heyî binpê dike hene. Ev zagona înfazê ku tê xwestin bê guhertin, ji zagona înfazê ya heyî qat biqat xerabtir û paşvetir e. Tu aliyê vê zagonê yê bê parastin tune ye. Ji ber ku dûrî heqîqet û edaletê ye. Em wekî HDP'ê pir zelal dibêjin. Bi vê zagonê serokên mafya û çete têne berdan. Lê nahalê Fîgen Yuksekdag, Îdrîs Baluken, Osman Kavala û hemû siyasetmedar, rojnameger û rewşenbirên ji ber fikrên xwe hatine girtin, bêne berdan.Dixwazin hevkarên xwe berdin û siyasetmedaran di girtîgehan de terkî mirinê bikin. Em ne Zagona Mirinê, em Zagona Jiyanê têxin meriyetê. Em bi hevre rê li pêş zagona mirinê bigirin."    'CIVAK NE BÊÇARE YE'    Gunay, bal kişand ser kampanya HDP'ê jî û wiha bi dawî kir: "Kampanya me ya "Malbatên Xwişk û Bira" piyştgiriyek mezin dît. Em wekî civak ne bê çare ne. Em ê bi piştevaniyê vê vîrûsê têk bibin. Piştevanî ne di destê AKP'ê de ye. Piştevanî ruhê civakê ye. Em ê piştevaniyê xurt bikin. Emê vê kampanya xwe xurt bikin û mezin bikin. Hemû rêveberiyên rêxistinên me yên bajar û navçeyan berdewam dikin. Rastî eleqeyek mezin tê. Me hem di nava welat de û hem jî li dervê welat torê piştevaniyê avakiriye. Em vê kampanyayê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û HDP bi herve berdewam dikin. Em carek din dubare dikin ku tedbîra herî baş mayîna li malê ye. Em carek din bang dikin ku her kes li malê bimîne."