Bîranîna 10'ê Cotmehê dê li ser medya civakî kirin 2020-04-10 12:29:54   ENQERE - Komeleya 10 Ekim-Der, diyar kir ku dê bîranîna ku her meh li pêş GAR'a Enqereyê pêk tînin, jibo bîranînê îşev saet di 20.00'an de li ser Twitterê bernameyekê li dar bixin.    Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê (10 Ekim-Der), her meh di 10'ê Cotmehê ji bo 103 kesên di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Enqereyê di mîtînga Ked û Demokrasiyê ji aliye DAIŞ'ê ve hatin kuştin bibîr bînin, li pêş GAR'a Enqereyê daxuyanî didan çapemeniyê. 10 Ekim Der, daxuyaniya nivîskî weşand û diyar kir ku komeleya wan 53 mehan ji bo 103 kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr bîne, her meh di 10'ê mehê de kom dibûn. Komeleyê da zanîn ku vê mehê ji ber vîrusa corona (Covid-19) dê nikaribin kom bibin û çalakiya xwe li ser medya civakî pêş bixin. Komeleyê da zanîn ku dê li ser Twitterê saet di 20.00’an de çalakiyê pêk bînin û xwest her kes bi videoyek kin û bi gotina ‘54 meh bû, 10'ê cotmehê ji bîr neke û nede ji bîr kirin' dengê xwe bigînin dengê wan.    Ji bo çalakiyê hesabên “#54AyOldu10EkimAnkara” û “#10EkimiUnutmaUnutturma” hat diyar kirin.