Li Îranê 122 kesên din ji ber vîrûsê mirin 2020-04-10 14:22:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê ji ber vîrûsa koronayê 122 kesên din jiyana xwe ji dest dan, hezar û 972 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin. Berdevkê Wezareta Tundistiya Îranê Dr. Kiyanûş Cîhanpûr bîlançoya 24 saetên dawî ya vîrûsa korona Aşkere kir. Li gorî bîlançoyê di nava 24 saetên dawî de hezar û 972 kesên din bi vîrûsa korona ketine. Hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihîşt 68 hezar û 192 kesan. Di 24 saetên dawî de 122 kesên din jiyana xwe ji dest dane û bi giştî heta niha 4 hezar û 232 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi giştî heta niha 35 hezar û 465 kes rehet bûne.