Ketin û derketin Basa ji ber vîrûsa korona hat astengkirin 2020-04-10 14:53:17   ŞIRNEX – Hat diyar kirin ku ketin û derketina navçeya Basa, ji ber gumana vîrûsa korona hat astengkirin. Hat dest nîşan kir ku li navçeyê hin nobedar û xebatkarên tenduristiyê ji ber fikara şewbê xistine karantînayê.   Li navçeya Basa ya Şirnexê, bi gumana şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) 2 nobedar, 2 hemşîre û ajokarekê ambûlansê xistin karantînayê. Hat ragihandin ku li bajoka Findikê ya girêdayî navçeyê bav û kurekê xwe ji ber gumana şewbê kirine karantînayê. Hat diyar kirin ku ji ber rewşa, duh gelek bijîşkan li navçeyê û gundên wê, herareta welatiyan pîvan e. Dîsa li navçeyê ji bo ku welatî dernekevin kolanan anons tên kirin û bi armanca bergiriyê ji bo ketin û derketina navçeyê destûr nayê dayîn. Li aliyê din hat, dest nîşan kirin ku li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Bajêr nexweşxaneya pesar hatiye avakirin. Li aliyê din tu saziyeke fermî heya niha derbarê mijarê de tu daxuyanî û agahî nedan e.