HDP'a Mêrdînê banga kampanya Malbatên Xwişk û Bira kir 2020-04-10 15:20:13 MÊRDÎN - Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê Salih Kuday, diyar kir ku li Mêrdînê di çarçoveya kampanya "Malbatên Xwişk û Bira" heta niha xwe gîhandine sedan malbatan û 53 "Malbatên Xwişk û Bira" ava kirine.    Kampanya HDP'ê ya "Malbatên Xwişk û Bira" li gelek bajaran berdewam dike. Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê jî di çarçoveya kampanya "Malbatên Xwişk û Bira" kampanyayê dimeşînin. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê Salih Kuday, têkildarî xebatên kampanyayê daxuyani da. Kuday, ji ber şewba vîrûsa corona bi tena serê xwe daxuyanî da. Kuday, diyar kir ku li Mêrdînê di çarçoveya kampanya "Malbatên Xwişk û Bira" heta niha xwe gîhandine sedan malbatan û 53 "Malbatên Xwişk û Bira" ava kirine. Kuday, anî ziman ku wan heta niha 2 hezar û 500 malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye tespît kirine û bang li her kesî kir ku tev li kanpanyayê bibin û destê alîkarî û piştevaniyê dirêjî hev bikin. Kuday, da zanîn ku hewl dane ku pêdiviyên 250 malbatan pêşwazî bikin û 53 malbatên xwişk û bira ava kirine.