Cenaze piştî 3 salan bi rêya PTT'ê ji malbatê re şandin 2020-04-10 16:16:10   DERSÎM - Serdozgeriya Komarêya Dersimê pişti 3 salan cenazeyê Agît Îpek xistin pakêtek kargoyê  û bi rêya PTT'ê ji malbatê re şandin.    Cenazeyê Agît Îpek (Kemal Berxwedan) ê HPG’î ku di operasyona eskerî ya 23’yê Gulana  2017’an de li Girê Xelasor a Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû, 3 sal şûnde ji malbatê re hat şandin. Serdozgeriya Komarê ya Dersîmê piştî encama testa DNA'yê li ATK'e ya Stenbolê diyar bûn, bi kargoyê hestî xistin pakêtekê  û  bi rêya PTT'ê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand. Cenazeyê Agît Îpek ê ku di 2’yê Adarê de ji Dersimê şandin Amedê, îro teslîmî malbata Îpek a li taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê rûdinê hat kirin. Di gulana 2019’an de rayedar li malbatê geriyan û diyar kirin ku cenazeyek hatiye dîtin. Li ser vê yekê malbat çû Dêrsimê û ji bo testa DNA’yê xwîn dabûn.    Malbata Îpek, ji bo cenazeyê kurê xwe Agît Îpek li Gundê Tizyan ê Navçeya Artûklû ya Mêrdînê defin bikin bi rê ketin.    MA / Fahrettin Kiliç - Ayşe Surme