Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan 2020-04-10 18:02:56   STENBOL  - Parêzer û xizmên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê bi xizmên re pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Mehmet Ocalan û wasiyê Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan ji bo di navbera 13-17'ê Nîsanê de hevdîtinê bi Ocalan re pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Her wiha xizmên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku di Girtîgeha Îmraliyê de ne jî ji bo hevdîtinê bi rêya parêzerên xwe serî li dozgeriy dan. Malbatan di serlêdana xwe de xwest bi telefonê hevdîtinê bi xizmên xwe re çêbikin.