Wezareta Karên Navxweyî li 31 bajaran qedexeya derketina derve îlan kir 2020-04-10 22:06:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Navxweyî, daxuyand ku di çarçoveya tevdîrên vîrûsa coronayê de li 31 bajaran ji bo 2 rojan qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.    Wezareta Karên Navxweyî, daxuyand ku di çarçoveya tevdîrên vîrûsa coronayê de li 31 bajaran ji bo 2 rojan qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.   Di daxuyaniya wezaret de ev tişt hatine gotin: "Ji 10'ê Nîsanê heya 12'ê Nîsanê li 30 bajarên me yên mezin (Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bûrsa, Denîzlî, Amed, Erzirom, Eskîşehîr, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Kayserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûgla, Ordû, Sakarya, Samsûn, Riha, Tekîrdag, Trabzon, Wan) û li Zonguldakê derketina derve hatiye qedexekirin."