Di pêşnûmaya qanûna înfazê de cezayê zarokên girtî tê zêdekirin 2020-04-11 09:00:52   EDENE - Parêzer Mehtap Sert, bal kişand ser pêşnûmaya qanûna înfazê û got, bi sererastkirinên der barê zarokên girtî de cezayên dîsîplînê yên nû lê hatine zêdekirin. Sert, destnîşan kir ku bi taybetî jî astengkirina hevdîtinên malbatan nayê qebûlkirin.    Di pêşnûmaya qanûna înfazê ya nû de hin cezayên din jî li rêziknmaya dîsîplînê ya zarokan hat zêdekirin. Di pêşnûmayê de ragirtina wan a di odeyê de an jî qedexekirina hevdîtina bi malbatê re heya çar mehan hatiye dirêjkirin. Parêzer Mehtap Sert, anî ziman ku pêşnûmaya qanûna înfazê xîtabî wijdanê raya giştî nake û wê gelek binpêkirinên mafan bibin qanûn.    CEZAYÊN JI BO ZAROKAN TÊN ZÊDEKIRIN   Sert, anî ziman ku di vê pêşnûmayê de yek ji pirsgirêkên sereke jî zêdekirina cezayên dîsîplînê yên zarokên di girtîgehan de ne û sînordarkirina ji bo azadiya fikr û ramanê ye. Sert, got: "Ev yek dijî rêgezên hiqûqa gerdûnî ne. Her wiha di qanûnê de peyva ceza û zarok li ber hev hatine bikaranîn. ev yek jî nîşan dide ku ka qîmeta zarokan çi ye. Ji dêvla ceza, heger pênaseya kiryarên ku zarokan daxilî nav civakê dikin û îşaret bi perwede dikin bihata bikaranîn wê rastir bûna. Ên qanûnê çêdikin beriya nasnameya zarok nasnameya wan î sûcî nirxandiye."    Her wiha Sert, destnîşan kir ku vê pêşnûmayê re hin cezayên din li rêziknameya dîsîplînê ya zarokan hatine zêdekirin û got, li gor vê wê cezayê ragirtina li odeyê an jî qedexekirina hevdîtina bi malbatê re 4 mehên din jî bê dirêjkirin. Sert, got: "Dûrxistin û tecrîdkirina zaroka a ji malbatê nayê qebûlkirin. Wê li Tirkiyeyê girtîgeh ji bo zarokan ne wek saziyên îslehkirinê bin, dê veguherin saziyên cezakirin. Di partîkê de em ê bi vê talûkeyê re rû bi rû bimînin."    'DIBE KU BÊ BETALKIRIN JÎ'    Koordînatora Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Edeneyê Parêzer Miyesser Ersalan Onenlî jî anî ziman ku li Tirkiyeyê 268 girtîgehên vekirî, 83 yên girtî û 4 malên perwerdehiyê yên zarok hene û got di 355 girtîgehan de nêzî 300 hezar girtî û hikumxwar hene. Onenlî, da zanîn ku ji sedî 70'yê nifûsa girtîgehê hikumxwar in û yên mayî jî girtîne.    Onenlî, got: "heger armanca vê pêşnûmayê kêmkirina rêjeya tijebûnê ya girtîgehan be, nexwe ev pêşnûma dûrî armanca xwe ye. Di warê wekhevî û rêgezên hiqûqê de pirsgirêk heye û dibe ku Dadgeha Qanûna Bingehîn vê yek betal jî bike."    MA / Hamdûllah Kesen