Serokê Baroya Rihayê Oncel: Hê bêtir wijdanan xwînî nekin 2020-04-11 09:03:02   RIHA - Serokê Baroya Rihayê Abdûllah Oncel ji bo pêşnûmaya qanûna înfazê destnîşan kir ku li gor "sûc û sûcdar" çêkirina qanûnê dijî Qanûna Bingehîn e û got: "Ji xwe wijdan xwînî bûne, hê bêtir xwînî nekin."    Serokê Baroya Rihayê Abdûllah Oncel, pêşnûmaya qanûna înfazê ku niha li meclîsê hevdîtinên wê didomin nirxandin.    Oncel, anî ziman ku piraniya civakê bertek nîşanî vê pêşnûmayê dide ku ji ber girtiyan hemûyan di xwe de nahweîne.    DIVÊ PÊNASEYA 'TERORÊ' JI NÛ VE BÊ KIRIN    Oncel, diyar kir ku îqtidara siyasî welat 'kiriye girtîgeheke vekirî' û dixwaze welat bi siyaseta ceza dîzayn bike û got, Tirkiye di warê demokrasî û azadiya fikr û ramanê de tengijiye û divê ev yek bê helkirin. Oncel, bal kişand ser hewldanên HDP û CHP'ê yên li dijî newekehviya di pêşnûmaya qanûna înfazê de û got: "Lê wisa xuyaye wê îqtidara siyasî tenê vê yekê ji bo sûcên li hemberî kesan hatine kirin bike. Halbûkî çend sal berê serokomarê niha gotibû, ew ê ji bo kesên li hemberî dewletê sûc kirine efûyekê derxin û wê sûcên li hemberî kesan hatine kirin daxilî nav vê yekê neyên kirin. Lê niha berevajî vê dikin. Lê ji bo guherandina vê hê jî ne dereng e. Dikarin vê yekê dorfirehtir bikin. Bi taybetî divê jî sûcên fikrî, parêzer û aademîsyenan jî bihewîne."    Her wiha Oncel, bal kişand ser pênaseya "terorê" yaa di TMK'ê de jî û got, divê ev yek li gor biryarên Dadgeha Qanûna Bingehîn (DMME) û Neteweyên Yekbûyî ji nû ve bê pênasekirin.    BIBÎRXISTINA BIRYARÊN AYM'Ê    Oncel, "Efûya Rahşanê" ku di salên 2000'î de hatibû derxistin bibîr xist û destnîşan kir ku li gor sûc û sûcdar qanûn nayên çêkirin û got: "Heger ev pêşnûma biçe Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) wê dorfirehtir bibe. AYM'ê berê biryar dabû ku li gor sûc û sûcdar çêkirina qanûnan li dijî hiqûqê ye. Têkildarî vê yekê biryarên emsal hene. Ji xwe wijdan xwînî bûne, hê bêtir xwînî nekin. Hê ne derneg e, hûn dikarin biguherînin"    Oncel, anî ziman ku Covîd-19 girtîgehên ku nêzî 300 hezar girtî tê de ne kirine qadeke xetere û got, heger şewb li girtîgehan belav bibe wê encamên wehîm derkevin holê. Oncel, diyar kir ku divê pêşî li vê yekê bê girtin û rewşa bi hezaran girtiyên darizandina wan didome bibîr xist û got, bi vê pêşnûmaya înfazê re mafê jiyanê hatiye binpêkirin.    'BÛYE ÇOVÊ ÎQTIDARÊ'   Oncel, got: "Girtin tevdîrek e. Lê em van mirovan ber bi mirinê ve dişînin. Heger sirf ji bo valakirina girtîgehan ve hûn vê pêşnûmayê bikin qanûn, nexwe em ê ji bo rêgeza we ya hiqûqa dewletê bibêjin çi? Ev rewş li dijî rêgeza hiqûqa dewletê ye. Êdî li Tirkiyeyê cihê têgihên wekî azadiya fikr û ramanê nemaye. Çimkî gava mirov fikrên xw ebilêv dikin li ber xwe çovê lêpirsînê dibînin. dixwazin bi vî awayî dîzayn bikin. Bi hezara mirov tên girtin, maf tên binpêkirin. Hiqûqa cezayî bûye çovê îqtidarê."