MEBYA-DER: Şandina cenaze ya bi PTT'ê dijminantiya li dijî Kurdan e 2020-04-11 09:05:06   AMED - MEBYA-DER’ê derbarê cenazeyê Agît Îpek ê ku bi kargoyê ji malbata wî re hatî şandin diyar kir ku ev rewş dijminatiya li dijî kurdan a asta herî jor e û vê nêzîkatiya derveyî mirovahiyê şermezar dikin.   Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirin (MEBYA-DER) derbarê cenazeyê Agit Îpek ê HPG’yî  ku bi kargo bi rêya PTT'ê ji malbatê re şandinê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. MEBYA-DER'ê diyar kirin ku ev rewş dijminatiya kurdan a asta herî jor e.    MEBYA-DER'ê xwest her mirov vê rewşê ji xwe bipirse û wiha cih da axuyaniyê: "“Kesên ku ji xwe re bêjin mirov dizanin ku ehlak û hiqûqa şer heye. Ev erdnîgarî bû şahidê gelek şeran lê tu caran li cenazeyan bêrêziyeke wisa nehatiye kirin. Bila her mirov ji xwe bipirse heke cenazeyê zarokê wan bi kargoyê were dê psîkolojiyeke çawa bijîn? Bê ehlakiyeke wisa di hiqûqa dijminatiyê de jî nîne. Tu olan, sosyolojiya civakî û dîroka mirovahiyê de ji mirî re bêrêzî nehatiye kirin. Ev nêzîkatiya îro mirov bi bê rêzî an jî hiqûqa dijmin bi nav bike têra nake. Kesên ku ev alçaxtî kirî xwedî fikreke akilane ne ku bifikirin cenazeyê zarokê wan bi kargoyê ji wan re were. Ev nêzîkatiya derveyî mirovahiyê em şermezar dikin. Mirovahiyê vedixwînin têkoşînê li dijî vê hişmendiya nexweş a dijminatiya kurdan dike.”