Malbatên gritiyan: Heqareta li girtiyên siyasî tê kirin qebûl nekin 2020-04-11 09:55:57   AMED - Malbatên girtiyan derbarê qanûna înfazê ya ku niha li meclîsê tê niqaşkirin, bang li parazvanên mafên mirovan kir û xwest kesên dibêjin ez mirov im, vê heqareta li girtiyên siyasî tê kirin qebûl nekin.    Di vê pêvajoya ku talukeya vîrûsê li her derê belav dibe de cihê herî bê parastin girtîgeh in. Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê girtî Mehmet Yeter ê 70 salî jiyana xwe ji dest da. Aliyê din jî hevdîtinên qanûna înfazê li meclîsê didomin. Ji ber ku di qanûnê de girtiyên siyasî tune ne ev yek fikarên malbatan zêde dikin.   Dayika girtî Mehmet Soylû yê ku li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê dimîne, Meryem Soylû diyar kir ku şert û mercên girtîgehê nebaşin û wiha axivî: “Girtiyên nexweş hene û cihê wan teng e. Gardiyan rojê du caran diçin lêgerînê dikin rûpoşa nadin berdevê xwe, lêpika li destê xwe nakin û destê xwe didin her derê. Roja ku lêgerînê dikin jî tiştên wan tevlîhev dikin. Li girtîgehê paqijî nîne derfetên girtiyan jî têra nakin. Tiştên paqijiyê nadin girtiyan. Ji ber vê nexweşiyê di talûkê de ne. Çawa efûyê didin çeteyên xwe û girtiyên edlî gereke divê pêvajoya nexweşiyê de ji girtiyên siyasî re jî bidin. Çima ji girtiyên edlî re heye çima ji girtiyên siyasî re tune ye. Ev nayê qebûl kirin. Girtiyên ku 28 sal e di zindanê de heyî hene. Gereke heta vêgavê ew hatibûna berdan. Ji ber wê yekê gereke deriyê zindanan were vekirin û hemû girtî werin  berdan.”   ‘DIVÊ NEXWEŞIYÊ DE BILA KES LI GIRTÎGEHÊ NEMÎNE’   Meryem Soylû da zanîn ku lawê wê jî nexweş e û wiha axivî: “Lawê min sê caran qeyrana dil ya veşartî derbas kiriye û nexweşiya wî ya astimê jî heye. Tu sûcê wî jî tune. Tenê ji bo ku kurd e di girtîgehê de ye. Şert û mercên girtîgehan nexweş in. Nikarin mirovekî nexweş li wê derê biparêzin. Di her kawişekê de 20-30 mirov hene. Çiqas bêjin em ê biparêzin jî nikarin. Ji ber vê yekê divê deriyê zindana were vekirin girtiyên nexweş û hemû girtî serbest werin berdan. Di vê pêvajoya nexweşiyê de bila kes di girtîhehan de nemine. Li Girtîgeha Bafrayê Mehmet Yeter ê 70’ê salî jiyana xwe ji dest da haya malbata wî jî jê çênebû birin li cihekê veşartin. Ev tişt nayê qebûl kirin.”   ‘JI BO GIRTIYAN DENGÊ XWE DERXÎNIN’   Dayik Meryem Soylû bal kişand ser qanûna înfazê ya ku niha li meclîsê tê niqaş kirin û wiha berdewam kir: “Gava ku ji hinek girtiyan qanûn derxînin ji hinekan re dernexînin em qebûl nakin. Me bi dayika mabe em ê derkevin. Bila ev nexweşî me bigire. Heke zarokên me hevalên me mirovên me di zindanan de bi vê êşê ketin û cenazeyê wan jî nîşanî me nedin em ji bo çi ne? Em vê tucarî qebûl nakin. Em gazî parastinêrên mafê mirovan û kesên ku dibêjin ez mirov im dikim ku ev heqareta girtiyên siyasî tê kirin qebûl nekin û dengê xwe derxin.” Soylû, anî ziman ku kampanyaya îmzeyê ya MED TUHAD-FED’ê gelek baş dibînin û wiha got: “Gereke bi milyonan mirov tevlî vê kampanyayê bibin. Çî kesê ku bixwaze edalat û aşitî were vî welatî gereke piştevaniya kampanyayê bikin.”   ‘LI GIRTÎGEHÊ TEDBÎR NEHATINE GIRTIN’   Xwîşka girtîyê nexweş Adnan Yalçin ê ku 24 sal e di girtîgehê de ye û niha di Girtîgehan Tîpa H a Dîlokê dimîne, Nurcan Yalçin jî diyar kir ku birayê wê ji derveyî nexweşiyên kronik di sala 2015’an û vir ve pênceşêra kolon girtî ye û wiha got: “Birayê min piştî ku di sala 2015’an de emeliyat bû pişt re ne tedaviyek dît ne jî kontrolên wî yên rûtin hatin kirin. Di girtîgehan de bi sedan girtiyên nexweş yên giran hene lê dewlet bi salan e tu gavan naavêje. Ji ber nexweşiya vîrusa coronayê weke hemû malbatên girtiyan dilê me jî ne rehet e.” Yalçin, da zanîn ku 9’ê Nîsanê bi telefonê birayê xwe re axivî ne û got: “Birayê min diyar kir ku tu tedbîr ji bo nexweşiya vîrûsa coronayê nehatine girtin û cihê lê dimînin jî ne paqij e. Ji gelemperiya girtîgehê haya wî jê tune ye.” Yalçin, bilêv kir ku kampanyaya MED TUHAD-FED’ê ji bo serbest berdana girtiyan daye dest pê kirin wek malbat piştevanî dikin û bangê li herkesê dikin ku piştgiriya kampanyayê bikin.”   ‘HERKES DIZANE KU QANÛNA ÎNFAZÊ NE ADIL E’   Yalçin, bal kişand ser qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî derve hatî hiştin û wiha berdewam kir: “Ji bilî HDP’ê û CHP’ê partiyên din piştgiriya hikumetê kirin. Herkes dizane ku qanûneke wisa ne adil e. Di nexweşiyeke wisa de şûna ku girtî hemû werin berdan dewletê dijminatiya xwe ya li dijî girtiyên siyasî danî holê. Dewleteke weke Îranê jî girtî berdan lê ev bê edaletiya li Tirkiyê rewşeke dilsoj e. Li dijî vê rewşê lazim bû ewil girtiyên nexweş û temen mezin hatibûna berdan.”   ‘EM NAXWAZIN ZAROKÊN ME BIMIRIN’   Dayika girtî Ahmet Surme yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê û Bunyamîn Surme yê li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê dimînin, Fatma Surme jî diyar kir ku naxwazin nexweşiya vîrusa coronayê li zindana belav bibe û wiha got: “Em dixwazin ku qanûna înfazê ya ku derdikeve bila girtiyên siyasî jî têxin nav. Em naxwazin zarokên me di zindanan de bimirin. Ji ber vê yekê bila zarokên me berdin.”