Li Hevşaredara Wanê doza Hevserokatiyê vekirin 2020-04-11 11:16:43 WAN - Serdozgerê Komarê yê Wanê, der barê Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan de doza "Hevserokatiyê" vekir. Dozger di îdîanameyê de hemû nûçe, ziyaret û xebatên ku têgeha "Hevserokatî" têre derbas bûye wekî delil nişan da.  Serdozgerê Komarê yê Wanê, der barê Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedia Ozgokçe Ertan ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin de doza "Hevserokatiyê" vekir. Serdozgerê Komarê yê Wanê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" îdeaname amade kir û doz vekir. Piştî Serdozger îdeaname amade kir, 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê îdeanem qebûl kir û doz vekir. Dozger di îdeanameyê de hemû xebat, nûçe û ziyaretên ku gotina "Heverokatî" têre derbas bûye wekî delîl nîşan dan. Dozger di îdeanameyê de diyar dike ku li ser îxbarekê li şaredariyê lêkolîn dane destpêkirin û dîsa li ser medya civakî û nûçeyên înternetê şopandine dîtine ku di bê navber peyva "Hevserokatî"yê derbas bûye. Dozger tevlêbuna Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci ya hemû xebatan jî wekî sûc nirxand.    ZIYARET SÛC QEBÛL KIRIN    Dozger dîsa ziyaretên heyetên biyanî ya Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Ozgokçe Ertan û Avci û qebûlkirina dîplomatên welatên biyanî wekî sûc dît. Dozger hemû nûçeyên malpera şaredariyê şopand û yek bi yek hêjmara şahiyên hatine li darxistin û tevlêbûna Hevşaredaran wekî delîl nîşan da. Dozger di idîanameyê de cih da malpera https://van.bel.tr/URL a Şaredariya Wanê û diyar kir ku bi giştî (66) şahî hatine li darxistin u ji vana Hevşaredar Bedia Ozgokçe Ertan bi tena serê xwe tevli (12) şahiyan buye û Endamê Melîsa Şaredariyê Mustafa Avcı jî bi sifata Hevserokatiyê tev li (36)  şahiyan bûye û Bedia Ozgokçe Ertan bi giştî tev li 30 şahiyan û Mustafa Avci ji te li 54 şahiyan nebûye. Dozger bi vî rehgî hemû xebatên hevşaredaran yek bi yek lêkolîn kir û wekî delîla sûc da pêş wan.    Hevşaredra Ozgokçe Ertan dê li 7'emîn Dadgeha  Cezayên Giran a Wanê bê darizandin.    MA / Adnan Bilen