Ji Stenbolê bertek: Bi vê qedexeya ji nişkeve me şandin mirinê 2020-04-11 11:23:28     STENBOL – Piştî ragihandina qedexeya derketina derve li Stenbolê welatî li ber firin û marketan ketin dorê û diyar kirin ku ew ji bo du roj qedexe jî ne amade bûne û tenduristiya xelkê xistiye talûkeyê û xelkê şandine mirinê.    Wezareta Karê Hundir ji ber şewba vîrusa koronayê li 30 bajarên mezin û li Zonguldakê ji bo du roja dawiya hefteyê qedexeya derketina derve ragihand. Qedexe dê heta saet 24.00’an roja yekşemê bidome.    Li van bajarên qedexe lê hat ragihandin xelk bi yek carekî herikî ber firin û marketan. Di dîmen û wêneyên  ji ber firin û marketan hat kişandin hat dîtin ku mesafeya civakî ango sosyal nehat parastin û tevî hemû hişyariyên polîsan jî dora welatiyan ên li ber firin û marketan dirêj bû. Bi taybetî vê yekê xwe li Stenbolê gelek da nîşandan û welatiyan bertek nîşanî vê yekê dan. Li gelek deveran jî ji ber dor û mesafeya civakîbûnê jî nîqaş û pevçûn di navbera welatiyan de derketin.    WELATIYAN BERTEK NÎŞAN DA    Welatiyan bertek nîşanî ragihandina qedexeya derketina derve ya ji nişkeve dan û gotin sedemê ku xelk di dorê de maye jî saeta dereng bûye. Welatiyan got dikaribûn hin zûttir qedexeyê ragihandina ku xelkê amadekariyên xwe bikirina. Welatiyan got bi vî awayî rewş baş nabe û dê hin xerabtir bibe. Welatiyan destnîşan kir ku xelk li kuçe û kolanan perîşan bû û gotin: “Kî dikare bêje ku ev xelkê derketiye van kuçeyan û ketine market û firinan vîrûsê negirtiye. Bi sed hezaran însan ketiye dorê. Pirr eşkere xelkê dişînin mirinê. Her kes bi vîrûsê ket. Di navbera însanan de gavek jî mesafe nîne. Her kes bi panik e û ji bo birçî nemire daket kolanan. Em ji qedexeyê re ne amade bûn. Van dorên li ber firin û marketan jî nîşan da ku ev welat ji bo qedexeya derketine derve ne amade ye. Rewşa kuçeyan li holê ye. Rewşek rezîltî ye. Vê yekê kir ku hin bêtir şewb belav bibe. Wek din tu saetek din nîn bû gelo rabûn vê saetê qedexe ragihandin. Ka alîkariya hûn qala wê dikin?”